TJK-E banga xwedîderketina berxwedana Sûrê kir

Koordînasyona TJK-E wiha got: “Ji bo xwedîderketina gelê Sûrê yê berxwedêr, divê tevahî jinên Kurd ên li Ewropa dijîn bê ku dem derbas bibe, divê derkeve kolanan û vê bê dengiyê bişkînin.”

Koordînasyona TJK-E wiha got: “Ji bo xwedîderketina gelê Sûrê yê berxwedêr, divê tevahî jinên Kurd ên li Ewropa dijîn bê ku dem derbas bibe, divê derkeve kolanan û vê bê dengiyê bişkînin.”

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku qetlîam û wehşeta li Kurdistanê bi rojan pêk tê, îro di lûtkeyê de didome. Koordînasyona TJK-E destnîşan kir ku tax û bajar dibin hedefa tank, top û çekan, wiha berdewam kir: “Gelê me di bin pençeyê qirkirinek mezin de ye. Êrîşek pîr cîdî pêk tê. Bi îlankirina rêveberiya awarte ya li bajarên me, dîroka me, çanda me tê tinekirin.

Piştî qedexeya kolanan a li Sûrê 9 rojan berdewam kir, beşek gel ji vir hatin derxistin, li şûna wan leşker û polîs hatin bicihkirin. Bi vê dixwazin mirovên me yên li ber xwe didin, têdikoşin qetil bikin. Di serî de Sûr a ku av tê qutkirin, elektrîk tê qutkirin, pirsgirêka xurekan tê jiyîn, Ker boran û bajarên me yên din jî di bin dorpêçê de ne.

Sûr êdî bûye Kobanê. Hewl didin ku bi dîroka wê, nasnameya wê, berxwedan û bi çanda wê tine bikin. Ji bo xwedîderketina gelê Sûrê yê berxwedêr, divê tevahî jinên Kurd ên li Ewropa dijîn bê ku dem derbas bibe, divê derkeve kolanan û vê bê dengiyê bişkînin. Bi çalakiyan ve divê ev wehşet û komkujî bên astengkirin. Pêwîst e êdî bi temaşekirinê ev hevkariyê sûcê ya pêk tê bê derbaskirin.”