KJAR'ê li dijî cezayê recmê banga têkoşînê kir
KJAR bal kişand ser zêdebûna cezayê sengsarê li Îranê û li dijî qanûnên recmê û darvekirinê banga têkoşîneke hevpar kir.
KJAR bal kişand ser zêdebûna cezayê sengsarê li Îranê û li dijî qanûnên recmê û darvekirinê banga têkoşîneke hevpar kir.
Koordînasyona Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) der barê zêdebûna bûyerên recmkirina jinê (kevirkirin) û cezayên darvekirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga têkoşînê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi mezinbûna têkoşîna azadiyê ya jinê û zêdebûna lêgerîna li mafên mirovan re, hovîtiya dewletê û mêr a li hemberî jinê jî sînoran nas nakin û hat gotin, "Pêkanîna hemû hovîtiyan a li hemberî jinê rewa têne dîtin û bi van pêkanînên bêrehm re sûcê mirovahiyê tê kirin."
KJAR'ê diyar kir ku cezayê recmê, ku kevneşopeke kevne di Rojhilata Navîn de îro di encama tekoşîna azadiya jinê û rojevkirina mafên mirovan de kêm bibe jî lê, hîna li gelek welatên herêmê veşartî yan jî vekirî tê pêkanîn û da zanîn ku di serê van welatan de Afganîstan û Îran tên.
Koordînasyonê diyar kir ku her çend di asta cîhanê de têkoşîne li dijî recmê pêş ketibe û ceza hatibe taloqkirin jî, lê bi temamî ji qanûnan nehatiye derxistin û hat gotin, "Îro em dibînin ku di demeke nêz de li Afganîstanê Ferxunde û keça ciwan Rexşane hatin sengsarkirin û îro jî dewleta Îranê cezayê recmê daye jineke Gîlanî. Hovîtî û dijminiya dewleta Îranê ya li hember jinê ti sînor nas nake. Di qirkirina jinê de di nava pêşbaziyekî de ye û hemû mafê mirovan binpê dike."
'BI ÊRÎŞA DAIŞ'Ê RE TUND Û TUJIYA LI DIJÎ JINÊ VEGUHERIYE PARÇEYEK JI JIYANÊ'
KJAK'ê destnîşan kir ku weke tevgereke ji bo azadiya jinê û tevahiya civakê têdikoş in, bi ti awayî cezayên sengsar û darvekirinê qebûl nakin û ev xal destnîşan kir:
"Weke jinên Kurd herçend me tekoşîneke berfireh li dijî hovîtîya recmê û darvekirinê meşandibe jî lê, ji ber ev tekoşîn her timî nabe û zexteke cidî li ser van dewletan çênake her roj jin dibin qurbanê vê zêhniyeta kujer û bêrehm a nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye. Ji lewma ev cezayên recm û darvekirinê ku di nava van du salan de dîsa li Afganîstan û Îranê geş dibe, nîşaneya metirsiyeke cidî ya li ser jinê ye. Bi êrîşên DAIŞ’ê yên ser herêmê re dijminiya li hember jinê jî kurtir buye û tund û tujiya li hember jinê kurtir kiriye, adeta kiriye parçeyeke jiyanê. Ji bo em ji vê hovîtiyê re bêjin êdî bes e, divê tekoşîneke di asta navneteweyî de bidin meşadin. Ev jî ancax bi tekoşîneke hevbeş a jinan pêk were. Bi taybet jinên Kurd divê pêşengiya vê bikin li her derê zext bixin li ser welatên ku van cezayan pêk tînin da ku ji qanunên wan sengsar û darvekirin rabe. Bi taybet jinên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ku Îran berbi hilbijartinên parlamentoyê ve diçe de divê tekoşîneke dijwar bidin û zexteke cidî bixin ser Îranê ku yasaya recm û darvekirinê rakin. Di şexsê her jineke tê sengsar kirin de rumet, kesayet û îradeya me jinan tev tê recmkirin û tê darvekirin. Ji lewma em jin li Îran û Rojhilat eger bibin yek deng dikarin muxalefeteke cidî li Îranê çêbikin û guhertin di yasayên dij bi jin de bidin çêkirin."
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
KJAR'ê ji bo sekinandina cezayê recmê ya jina Gîlanî em bang li tevahî jinên Kurd û Îranî dikin ku li dijî derkevin û vêya bikin sedema tekoşîneke dijwar li hember yasayên mêrsalar. Em weke KJAR amade ne ji her cure tekoşîneke li dijî yasayên mêrsalar û dijî jin. Ji bo vê, dawî li çand û her wiha yasayên recm û darvekirinê anîn yek ji erkeke me ya exlaqî û însaniye."