Ji bo Sakîne Cansiz û Sîbel Bûlût bîranîn

Sîbel Bûlût a li Kobanê jiyana xwe ji dest da û Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin hatin bîranîn.

Sîbel Bûlût a li Kobanê jiyana xwe ji dest da û Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin hatin bîranîn.

Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur/Eylem Denîz) a MLKP’yî ya 2014’an li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayikên tevlî bernameya bîranînê bûn li ser gorên Sakîne Cansiz û Sarya Ozgûr find pêxistin.

Hevşaredara Perî Fadîme Çetinkaya, endamên DBP, HDP, ESP, Partîzan, Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst û gelek kes tevlî merasîma bîranînê ya li Goristana Asrî ya Dêrsimê hat lidarxistin bûn. Di merasîma bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiya de jiyana xwe ji dest dane destpê kir de dirûşmên, “Şehîdên şoreşê nemir in”, “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin qîrkirin.

PÎRÊN ELEWIYAN DUA KIRIN

Piştî pêxisina findan, şîrînayî hat belavkirin, nameya Bûlût nivîsandî hat xwendin. Pîrên Elewiyan, li ser gora Bûlût dua kirin û derbasî mala cemê bûn.

Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin û Sîbel Bûlût a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da hatin bîranîn.

...