KJA û wekîlên jin: AKP ji bo gel û jinan tehdîd e!

KJA û wekîlên jin ên HDP’yî li hember gotinên hikûmetê yên jinan hedef digirin nerazîbûn nîşan dan.

KJA û parlamenterên jin ên HDP’yî têkîldarî polîtîkayên qetlîamê yên li ser Kurdistanê û hedefgirtina Parlamentera HDP’ê Pervîn Bûldan a ji aliyê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, civînek çapemeniyê lidar xistin. Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel, Parlamenterên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Nûrsel Aydogan, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajar Gulşen Ozer û jinên KJA’yî tevlî civîna ku li avahiya KJA hat lidarxistin bûn.

‘ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ ÊRÎŞÎ JINAN DIKIN’

Demîrel, di axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ne tenê bi polîtîkayên xwe yên şer, di heman demê de wê bi êrîşên xwe yên li ser jinan jî derbasî dîrokê bibe.

Demîrel bi bîr xist ku ji qetlîamên Farqîn, Sûrê û texrîbatên wan re şahidî kirine, diyar kir ku AKP’ê êrîşên xwe yên li ser jinên lêpirsînê dike, serî hildide zêdetir kiriye.

Demîrel li hember axaftina Serokkomarê Tirk Erdogan a “qaşo hevserok” jî bertek nîşan da, bi bîr xist ku hevserokatî bi awayekî qanûnî fermî bûye, wiha got: “Axaftina wî ji bo vî welatî şerm e. Em jin li qadên ku sîstema hevserokatiyê ketiye meriyetê têdikoşin.”

Demîrel ji Erdogan re got, tiştên ji helîkopteran tê avêtin li cihê lê dikeve dişewitîne. Wiha berdewam kir: “Em qebûl nakin ku Serokkomar li Qesra xwe bê ku hayê wî ji tiştekî hebe hema rasterast li ser jiyana gel baxive, li dijî wekîlên me yên jin baxive.”

Demîrel li hember tweetên tehdîdê yên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yên li dijî Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan jî bertek nîşan da.

‘TEHDÎDA ESASÎ, AKP Û KARMENDÊN WÊ NE’

Demîrel wiha got: “Em wek jinên KJA’yî, em ê li hember êrîşên AKP’ê têbikoşin. Ji ber em bi gelê xwe re êrîşî jinan jî dikin.” Demîrel bi bîr xist ku li Kurdistanê tehdîdet hebe ew jî hikûmeta AKP’ê û karmendên wê ne.”

Demîrteş destnîşan kir ku ji bo hevserokatiyê bi salan e têkoşîn tê meşandin, got wê têkoşîn mezintir bibe.

‘EM NEMA DI HUNDIRAN DE DÎMININ’

Demîrel axaftina xwe bi peyama dayikeke ji navçeya Sûrê şandî ve bi dawî kir. Di peyamê de wiha hat gotin: “Êdî bes e, em li ber xwe didin. Dewlet dixwaze çi bike? Em ê êdî di hundiran de xwe heps nekin. Em ê derkevin û ka bila dewlet me qetil bike!”