Li dijî şîdeta li hemberî jinê banga têkoşînê

Navenda Jinê UTAMARA, bang li hemû jinan kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê hesas û baldar bin.

Navenda Jinê UTAMARA, bang li hemû jinan kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê hesas û baldar bin.

UTAMARA daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku îdeolojiya şîdetê ya 5 hezar sal in ji aliyê sîstema kapîtalîst ve li hemberî jinan hatiye afirandin, bi destê mêr ê ji kevneşpiyên feodal ve tê meşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku qirkirina jinê her roj hîn bêhtir jinan qetil dike û bi vî rengî hebûna xwe diparêze.

UTAMARA da zanîn ku di şexsê jinê de nirxên mirovahiyê ji holê tên rakirin û diyar kir ku asta zanyarî û azadiyê ya civakekê, asta rêxistinbûyîn û berxwedana li dijî komkujiyan û şîdeta mêr û dewletê ya li hemberî jinê ye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin bêdengiya li Ewropayê li hemberî şîdeta nava malê û hat gotin, "Ji ber nêzîkatiyên paşverû yên weke 'pirsgirêka wan e, bila kes pê nizanibe, em ê di nava xwe de çareser bikin' jin tên qetilkirin." UTAMARA da xuyakirin, ku pirsgirêk çiqasî malî civakê bê kirin, wê ewqasî zû bê çareserkirin û ragihand, ku ji ber nêzîkatiya şaş a li pirsgirêkên jinê û neçareserkirina pirsgirêkan, roj bi roj jin hîn bêhtir tên qirkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Jin rastî destavêtinê, şîdetê tê û ji aliyê hevserê xwe ve tê qetilkirin. Jin di her kêlî û qada jiyanê de de li şîdeta zayendî, çînî, aborî, psîkolojîk, siyasî û nava malbatê tê. Ev rîsk her tim li hemberî jinê heye.

UTAMARA li dijî şîdeta li hemberî jinê bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîn û xweparastina jinê ya li gorî esasên modernîteya demokratîk û destnîşan kir, ku bi esasgirtina vîn û azadiya jinê ya li ser vê bingehê re jiyaneke nû dikare were afirandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke UTAMARA û hemû saziyên jinan ên rêxistinbûyî em di wê baweriyê de ne, ku ji bo karibin nerazîbûna li hemberî vê şîdetê bê nîşandan, girîng e civak hemû xwe berpirsyar bibîne. Agahdarkirina saziyên jinan li ser pirsgirêkan û tevgerkirin, wezîfeya me ya însanî ye. Berî ku jinek bê qetilkirin divê em xwe birêxistin bikin, bibin hêza çareseriyê û têbikoşin. Pêwîste em bibînin ku di şexsê her jina tê qetilkirin û rastî şîdetê tê de, em tên qetilkirin. Bi vî awayî divê em rê nedin nêzîkatiyên paşverû yên kevneşop. Weke jin em bang li tevahiya civakê dikin ku li hemberî van pêkanînên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind bike û xwe bi rêxistin bike."