Girtiyên PAJK'î: Em ê zîndan hîn bêhtir bikin qada berxwedanê
Girtiyên ji doza PAJK'ê, li ser êrîş û berxwedana gel a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran û Dêrikê daxuyaniyek weşandin û destnîşan kirin ku ew ê zîndana bikin qadên berxwedanê.
Girtiyên ji doza PAJK'ê, li ser êrîş û berxwedana gel a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran û Dêrikê daxuyaniyek weşandin û destnîşan kirin ku ew ê zîndana bikin qadên berxwedanê.
Girtiyên PAJK'ê neazîbûn nîşanî "qedexeyên derketina derve" û komkujiyên bi destê dewletê li bajarên Kurdistanê tên kirin, dan.
Girtiyên ji doza PAJK'ê, li ser êrîş û berxwedana gel a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran û Dêrikê daxuyaniyek weşandin û destnîşan kirin ku ew ê zîndana bikin qadên berxwedanê.
Li ser navê girtiyan Kajîn Perî daxuyanî da û got, "Hikûmeta AKP'ê ya ku bi zîhniyeta înkar û tinekirinê ya 80 salî êrîşî têkoşîna berxwedan û şoreşa gelê me ya li Kurdistanê dike, gav bi gav ji nirxên mirovahiyê dikeve. Dewleta AKP'ê ya ji tilîliyên jinên berxwedêr ditirse, weke çare êrîşî bedena jinan dike. Li dijî polîtîkayên tecawizkar ên dewleta AKP'ê, em careke din îlan dikin ku weke jin em ê di her şert û mercan de li ber xwe bidin."
Kajîn Perî ragihand ku dewleta Tirk bi deh hezaran leşker, polîs, MÎT û çeteyên tevgera taybet êrîşî daxwazên xwerêveberiyê yên gelê Kurdistanê dike û got, "Bi tank û topan re gelê me, erdnîgarî û dîroka me hedef digire û qirkirinê dike. Dewleta AKP'ê dixwaze li ser navê Kurdistan û Kurdîtiyê çi hebe û li ber xwe dide, ji holê rake. Ji bo vê yekê jî serî li her rê û rêbazê dide."
Perî da zanîn, ku hewl tê dayîn vîna azad a jinê ya serî natewîne, bi polîtîkayên destavêtinê yên ji zîhniyeta mêr, ji holê were rakirin û got, "Êdî bi awayekî gelekî vekirî, hemû avahiyên emniyetê bi taybetî jî emniyetên Amed û Rihayê, bûne navendên destdirêjî û destavêtin lê weke rêbaza îşkence û lêpirsînê tên bikaranîn." Perî diyar kir ku li van navendan, serîtewandina jinê tê ferzkirin û got, "Em careke din îlan dikin ku li hemberî her şêwe polîtîkayên tecawizkar ên dewleta AKP'ê, em ê di her şert û mercî de li ber xwe bidin."
Kajîn Perî got, "Divê dewleta AKP'ê vê yekê baş zanibe; li hemberî polîtîkayên mêtîngerî û destavêtinê, jin wê bi ruhên xwe yên azad û sekna xwe ya asî li pêşiya xendekan govendê bigerînin. Bi pêşengiya jinê wê jiyana demokratîk û azad a gelan bê avakirin. Weke girtiyên PAJK'î yên li zîndana li ber xwe didin, em jinan û gelê xwe yên li ber xwe didin silav dikin. Em soz didin ku em ê zîndana hîn bêhtir bikin qada berxwedanê. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."