Di kongreya 9. a CENÎ de biryarên girîng hatin stendin
CENÎ kongreya xwe ya 9. lidar xist. Di kongerya ku rêveveberiya nû hat hilbijartin de hin rêze biryar hatin stendin.
CENÎ kongreya xwe ya 9. lidar xist. Di kongerya ku rêveveberiya nû hat hilbijartin de hin rêze biryar hatin stendin.
CENÎ kongreya xwe ya 9. lidar xist. Di kongerya ku rêveveberiya nû hat hilbijartin de hin rêze biryar hatin stendin.
9. kongreya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) li bajarê Elmanya Wûppertalê bi beşdariya bi dehan delegeyên ji gelek bajaran hat lidarxistin. Kongre bi dirûşma "Em ê di xeta Şehîd Rojbîn de bibîn pêşengên dîplomasiya gelan" pêk hat.
Di kongreyê de tevî delegeyan Parlamentra Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr, li ser navê TJK-E Xanê Engîzek, Hevseroka Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan (Komaw) Şengê Kahraman, li ser nave Estîtuya Kurd Avesta aydin, ji hunermendên jin ên TEV-ÇAND'ê Sosin û nûnerên UTAMARA û Meclîsa Jinên Ezidî-Bêrîvan amade bûn.
'TÊKOŞÎNA TÊ MEŞANDIN JI BO TEVAHIYA JINÊN CÎHANÊ YE'
Piştî hilbijartina dîwanê Seroka CENÎ Munevver Azîzoglû-Bazan axaftina vekirinê ya kongreyê kir û bal kişand ser rola jinan a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd. Azîzoglû-Bazan ragihand ku di nava têkoşîna 40 salan de rola CENÎ jî mezin e û got, "Eger têkoşîna Kurd îro li qada navneteweyî gihaştibe vê qonaxê, di vir de rola CENÎ jî heye."
Azîzoglû-Bazan piştî vegotina xebatên CENÎ got, "Têkoşîna jinên Kurd a li Rojhilata Navîn dimeşîne, ne tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo tevahiya jinên cîhanê ye. Lewma divê weke saziyên jinan ên Kurd em vê xebatê xurttir bikin."
Piştî axaftina nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Xanê Engîzek û Parlamentera Eyaleta Hambûrgê Hambûrgê Cansû Ozdemîr, rapora xebatê hat xwendin.
RÊVEBERIYA NÛ
Rapora karê salekê ji aliyê Songul Talay ve hat xwendin û dûre hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de ji bo rêveberiya dema nû ya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Rihan Dewrîş, Devrîm Alp, Melanîe Kûpper, Sûsanne Rosslîng, Şengê Kahraman, Ayten Kaplan û Perîhan Tûncer hatin hilbijartin.
BIRYARÊN DI KONGREYÊ DE HATIN WERGIRTIN
Di kongreya 9. a CENÎ de hin rêze biryar hatin stendin. Çend ji van biryaran bi vî rengî ne:
"-Di 17. salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin de, roja 15'ê Sibatê wê heyetek ji parêzerên jin li Strasboûrgê bi komîteya mafên mirovan re hevdîtinê bike û agahiyan bide raya giştî.
-Bi armanca xwedîderketina li felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeyan 'Jin Rêber Apo dixwînin' ji bo jinên biyanî semîner werin organîzekirin.
-Di salvegera 3. a komkujiya parîsê de, wergera Elmanî ya bergê duyemîn ê pirtûka 'Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana Sakîne Cansiz, bi YXK-Jin re di çalakiyan de bê nasandin.
-Ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê, bi meclîsên jinê yên kurd re xebateke hevpar were meşandin. Di vê çarçoveyê de, semîner, mîtîng û hevdîtin werin kirin û têkoşîn bê meşandin. Bi tevkariya saziyên Kurd re dokûmantera li ser jiyana Sakîne Cansiz were nîşandan.
-Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê 2 heyetên ji doktor, psîkolog, perwerdekar û rojnamevanan di 8'ê Adarê de ji Şengalê re werin şandin.
-Ji bo azadiya jinên Êzidî, bi Meclîsa Jinên Êzidî re xebateke hevpar were meşandin û di çarçoveya kampanya 'Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye' konferansek were lidarxistin.
-Der barê aqûbeta jinên Dêrsim, Şengal û di qirkirinên din ên Kurd de hatin windakirin, xebatên lêkolînê bên meşandin.
-Di çarçoveya kampanya 'Ew ne girtî ne, hevrêyên me' ya ji bo azadiya Zeynep Celaliyan û girtiyên siyasî de, bi KJAR'ê re çalakiyên piştgiriyê bên lidarxistin."