Jinên Edeneyî: Divê tecrîd demildest bê rakirin
Hevbirên KJA’yê li Edeneyê hatin cem hev, ji bo azadiya Ocalan qîr kirin.
Hevbirên KJA’yê li Edeneyê hatin cem hev, ji bo azadiya Ocalan qîr kirin.
Hevbirên KJA li navçeya Seyhan a Edeneyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kir. Gelek jinên ku li Cadeya Obalar a Taxa Gulbahçe hatin cem hev pankarta, “Em berxwedana xwerêveberiyan silav dikin. Ji Ocalan re Azadî” vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Amedê” û “Qatil Erdogan” gotin û ber bi Cadeya Bazara Înê ve dest bi meşê kirin. Meş li cadeya ku dorpêça polîsan hebû bi dawî bû.
‘JI BO OCALAN ŞERTÊN MUZAKEREYAN BÊN AVAKIRIN’
Piştî meşê Endama KJA’yê Şehrîban Sumer daxuyanî da, destnîşan kir ku AKP’ê dixwaze bi qetlîaman ve şerê Kurd tine bike.
Sumer bal kişand ser rola Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka Kurd de û wiha got: “Îro şertê destpêkê yê daxwaza jiyana azad û demokratîk di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe. Pêwîst e ev tecrîda hovane demildest bi dawî bibe. Divê êdî şertên ku Rêberê Gelê Kurd karibe di muzakereyan de rola xwe bilîze, bên avakirin.