Du dilên ji Derya Reş ji bo gelê Kurd nobedê digirin
Li Viyanayê, endamên Komeleya Jinên Kurd AVESTA, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê, çalakiyek ji yek kesî pêk anî.
Li Viyanayê, endamên Komeleya Jinên Kurd AVESTA, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê, çalakiyek ji yek kesî pêk anî.
Li Viyanayê, endamên Komeleya Jinên Kurd AVESTA, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê, çalakiyek ji yek kesî pêk anî. Li Stephansplatzê ku yek kolanên navendî yên paytexta Awûstûrya Viyanayê ye, endameke AVESTA ya ji Derya Reş çalakiya azadî û bêdengiyê lidar xist.
Li Viyanayê, çalakiyên jinan duh jî dewam kirin. Endama Komeleya Jinên Kurd AVESTA jineke Laz a ji Trabzonê devê xwe girê da, li ser kursiyê rûnişt û terora dewleta Tirk protesto kir. Çalakgera ji Derya Reş got, "Dilê min du ode ye, yek jê Hakî Karer, yê din jî Kemal Pîr e. Eşqa Kurd a wan herduyan bang li min dike ku çalakiyê pêk bînim. Di rewşeke ku li Amed, Cizîr, Farqîn, Nisêbînê bombe li ser gelê Kurd dibarin de, nabe ku em bêdeng bimînin." Jina ji Derya Reş da xuyakirin, ku heta gelê Kurd azad bibe û zilma li ser rabe, divê gelên Tirkiyeyê li cem gelê Kurd cih bigirin û banga tevlîbûna li çalakiyan li her kesî kir.
Çalakgerê got, "Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û bidenstan Rêber e" û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtî be, gel nikarin azad bin. Çalakgera ji Derya Reş da zanîn ku ew ji bo azadiya Ocalan li vir e û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê.
Di çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin hat de, li ser jiyana Ocalan belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de ji bo mîtînga mezin a îro ya li ber parlamentê ku ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin, banga tevlîbûnê hat kirin.
Li aliyê din, doktorek ji Derya Reş li ber navçeya Amed Sûrê ku derketina derve lê "qedexe" ye ji bo destekkirina berxwedana gelê Kurd li ber bendên polîsên Tirk çalakiya rûniştinê pêk anî.