Êrîşên li dijî Sûrê li bajarê Dortmûndê hatin şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, êrîş û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Sûrê hatin protestokirin.

Li bajarê Elmanya Dortmûndê li ser banga TJK-E bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rozerîn, komkujiya li Sûrê hat protestokirin. Bi sedan Kurdistaniyên li ber HBF civiyan, komkujî protesto kirin. Piştî çalakiya rûniştinê ya li nava HBF, li ber HBF mîtîngek hat lidarxistin. Girseya gel tim û tim dirûşmên "Gelê Sûrê bi tenê nîne", "Kujer Erdogan", "Kujer AKP", "Kujer Tirkiye", "Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Sûrê", "Bijî PKK" qîriya. Di axaftna li ser navê Meclîsa Jinê ya Rozerîn de bang li hemû jinên li Ewropayê dijîn hat kirin, ku xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê derkevin.
Nûnera Meclîsê got, "Çalakiya me wê îro jî bidome. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi lezgînî û hesasiyeteke mezin çalakiyan lidar bixe."
Hat ragihandin ku çalakî wê îro saet di 17:00 de li ber Dortmûnd HBF were lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.