Jinên Elewî: Bi bêdengbûnê ve em ê nebin hevkarên zilmê

Tevgera Elewiyên Demokratîk di 37. salvegera qetlîama Mereşe de qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li Qada Galatasaray protesto kir.

Tevgera Elewiyên Demokratîk di 37. salvegera qetlîama Mereşe de qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li Qada Galatasaray protesto kir. Jinên Elewî gotin, “Bi bêdengbûnê ve em ê nebin hevkarên zilmê” û ji bo berxwedanê li qadê find pêxistin. 

JI MEREŞÊ VE QETLÎAM DIDOMIN!

Di 37. salvegera qetlîama Mereşê de jinên endamên Tevgera Elewiyên Demokratîk li Qada Galatasaray hatin cem hev, qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê protesto kirin. Jinan pankart vekirin, dirûşm berz kirin.  Li ser navê jinên Elewî yên ji bo berxwedanê find pêxistin, Safiye Çakmak daxuyanî xwend.  Çakmak bi bîr xist ku gelên Tirkiye û komên baweriyê di pêvajoyek zor û xeter re derbas dibin, wiha berdewam kir: “Rojek tineye kî em agahiyên mirinê negirin. Hema hema rojeke ku em merasîman çênakin tineye.”
Çakmak destnîşan kir ku zîhniyeta nîjadperest faşîst a Mereş pêk aniye, îro li Kurdistanê qetlîamên xwe didomîne, “Eger hesabê Mereşê bihata dayin, wê îro ev qetlîam pêk nehatana.” 

 ‘EM JI ZÎHNIYETA YEZÎD RE DIBÊJIN RAWESTE!’

Çakmak bi bîr xist ku dewleta AKP’ê di vê pêvajoyê de tenê canan qetil nake, bi awayekî bê hempa êrîşî îbadetgehên, nirxên çandî,ango êrîşî pîroziyan dike. Diyar kir ku li Gimgimê, Dêrsimê malên cemê hatin bomberdûmankirin û bi erdê re kirin yek, li Amedê Mînareya Çar Lîng dan ber guleyan,her wiha li Amedê Mizgefta Kûrşûnlû û dêrek şewitandin. Çakmak destnîşan kir ku jinên Elewî van êşana baş dizanin, got: “Em ji vê zîhniyeta Yezîd a ku goristanên me, nirxên me yên manevî, miriyên me bi balafirên şer bomberdûman dike re dibêjin, ‘raweste’.”

Çakmak ragihand ku findên xwe ne ji bo teslîmiyetê ji bo berxwedanê pêdixin, piştgiriya daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd dikin û bang li civaka Elewî kir ku dengê xwe bilind bikin û nebin hevkarê vê zilmê.

...