Li Parîsê Meclîsa Jinê ya Zîn hat ragihandin

Li Parîsê, Meclîsa Jinê ya Zîn hat îlankirin. Ev meclîs li gelemperiya Fransaya meclîsa duyemîn a jinê ye ku hatiye ragihandin.

Li Parîsê, Meclîsa Jinê ya Zîn hat îlankirin. Ev meclîs li gelemperiya Fransaya meclîsa duyemîn a jinê ye ku hatiye ragihandin.

Kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Drancy bi beşdariya 100 jinan pêk hat. Li salona kongreyê de wêneyên yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TJK-E hatin daliqandin. Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre rojeva nirxandina siyasî destpê kir. Rojda Yildirim a li ser navê Tevgera Jinên Kurd axivî bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê û têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd. Yildirim da xuyakirin ku feraseta xwerêveberiyê ne tenê li Kurdistanê, divê li nava hemû civakên dixwazin bi awayekî azad bijîn, feraseta vîna xwe û xwerêveberiyê hebe.

Yildirim anî ziman ku avabûna meclîsên jinan ji bo nîşandana vîna jinê girîng e û da zanîn ku divê xwedî li berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê bê derketin û bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe re jin tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê bibe.

Piştre ji nûnerên Tevgera Jinê Zozan Serhat mafê axaftinê wergirt û girîngiya asta Tevgera Jinên Kurd destnîşan kir. Serhat diyar kir ku çawa ku di vê demê de jinan rêxistinbûyîna xwe bi pêş ve birin û li Kobanê, Şengal, Cizîr û Sûrê pêşengî kirin, divê li Ewropayê jî pêşengiyê bikin.

Piştî axaftinan Meclîsa Jinê ya Zîn a ji 57 jin û 8 komîsyonan pêk tê, hat îlankirin. Piştî erêkirina komîsyonên zarok, rêxistinbûyîn, çand, aborî, malbatên şehîdan, perwerde, têkiliyên derve û civakî, ji bo berdevkiya Meclîsê Tellî Alagoz hat hilbijartin.

Kongre diyarî berxwedêrên xwerêveberiya li Kurdistanê hat kirin.

...