Berdevka KJA: Dewlet ji xwerêxistiniya jinan ditirse

Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata diyar kir ku xwerêxistiniya jinan dewletê bêhtir ditirsîne û got, "Dewlet nikare li qadên xwerêveberiyê yên jinan li gorî xwe guhertinan bike. Ji ber vê yekê, xwerêxistiniya jinan weke xeteriyekê dibîne."

Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata diyar kir ku xwerêxistiniya jinan dewletê bêhtir ditirsîne û got, "Dewlet nikare li qadên xwerêveberiyê yên jinan li gorî xwe guhertinan bike. Ji ber vê yekê, xwerêxistiniya jinan weke xeteriyekê dibîne."

Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, li ser xwerêveberî û têkoşîna jinan, bersiv da pirsên ANF'ê.

Ata ragihandin ku hemû amûrên rêveberiyê yên di nava netewe dewletê de derketine holê, berhema zîhniyeta serdestiya mêr e û got, "Têkiliya jinê ya bi xwerêveberiyê re, wê têkoşîna li dijî sîstema bi serdestiya mêr jî derxîne holê."

Ata destketiyên ji aliyê têkoşîna jinên Kurd ve hatine afirandin bibîr xist û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di sala 2007'an de dema me bi 8 parlamenterên jin re cihê xwe di parlamentê de girtin, bi hevberdevkiya serokatiya koma ji 22 kesan re me rewşa parlamentê guherand. Piştî me, AKP û CHP'ê ji bo yek ji yek ji cîgirên serokê komê, jinek destnîşan kir. Sîstema hevserokatiyê di asta navendî de cihê xwe di nava qanûnan de girt. Modela xwerêveberiya di rêveberiyên herêmî de li gelemperiya cîhanê rewşeke nû ye, lê belê beriya vê modelê jî rêveberên me yên herêmî, di hiqûqa xwe ya bi karkeran re, pêşvebirina statuya jinê û ji holê rakirina şîdeta li dijî jinê weke pîvana xebata bi hev re, yan jî derxistina ji kar diyar kirin. Li gorî vê yekê dema karkerekî mêr ê şaredariyan şîdetê li hevsera xwe bike, heqdestê wî ji hevsera wî re tê dayîn, gava ev şîdet bidome hingî ji kar tê derxistin û hevsera wî li şûna wî tê xebitandin. Ev pîvan di hiqûqa bi karkeran re, ji bo me gelekî girîng bû."

Ata diyar kir ku mêrên li hemberî şîdeta li dijî jinê tênakoşe, nikare di nava rêxistinbûyînê de cih bigirin û destnîşan kir ku tecrûbe û daneheviyên vê modela rêxistinbûyînê, ji aliyê dewletê ve bi taybetî hedef tê girtin.

Ata da zanîn ku hemû xebatên jinê, gavek ji bo guhertina peymana dewletê ya civakê re ye û got, "Eger jin xwerêxistiniyê bi pêş ve bibin, wê karibin sîstemê demokratîk bikin. Lewma ya ku divê xwedî lê bê derketin û ji civakê re were vegotin, ev e."

Ata anî ziman ku dewlet bi tundî êrîşî vîna xwerêveberiyê ya gel dike û got, "Mejiyê ku dewletê bi rê ve dibe, xwedî gotinên ku salên 1990'î tîne bîra mirovan e. Gotina 'Eger em biçin wê Torosên Spî werin' a Serokwezîr, gefeke gelekî cidî ye."

Berdevka KJA Ayla Akat Ata diyar kir ku xwerêxistiniya jinan dewletê bêhtir ditirsîne û ev yek destnîşan kir: "Rewşa serdestiya mêr a civakê, rêxistiniya jinê netirsand. Ji ber ku civak xwedî serdestiya mêr e, lê belê nikare bandorê li vîna xwerêveberiyê ya jinê bike. Dewlet nikare li qadên xwerêveberiyê yên jinê li gorî dilê xwe guherîn û veguherînan bike. Lewma xwerêxistiniya jinê li hemberî xwe weke xeterî û rîskekê dibîne."

Ata got, "Yên ku bi rêxistinî nebin, azad jî nabin" û ji Şengal û Kobanê mînak da. Ata got, "Li Şengalê me dît, ku jinên xwe bi rêxistin nekiribûn bi çi rengî bûn hedefa şîdetê. Li Kobanê jî mesaja jinên berxwedêr hebû."

'YA GIRÎNG TÊKOŞÎNA ME YA ZAYENDÎ YE'

Ata ragihandin ku heta hemû jin azad bibin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Di nava her şert û mercî de ji bo jineke bi tenê jî neyê qetilkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di bingeha hemû rêxistinbûyînan de ev heye. Bêguman daxwazên me yên neteweyî jî hene, lê belê ya girîng têkoşîna me ya zayendî ye. Em dizanin ku dewlet serdest e, lê rektorê li zanîngehê jî serdest e, patronê li kargehê jî, bavê li malê jî, bira jî serdest e. Li her demê li dijî mejiyê serdestiya mêr em têdikoşin û ji her alî ve em di nava lêgerîna wekhevî û azadiyê de ne."