Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku AKP a ji aliyê siyasî û leşkerî ve têk çû, li dijî gelê Kurd polîtîkayeke şerê qirêj a li ti pîvanên exlaqî nayê daye destpêkirin.
'AKP BERÊ XWE DIZÎVIRÎNE KÎJAN ALÎ, LI BERXWEDANÊ RAST TÊ'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku AKP ji 5'ê Nîsanê û vir ve tecrîdeke giran li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne û li dijî gelê Kurd şer îlan kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî bi berxwedana gel û ciwanan re li Farqînê ev şer winda kir, vê carê berê xwe da qadên din ên xwerêveberiyê yên Kurdistanê. Gelê me bi jin û ciwanên me re, di serî de li Sûrê li her cihî bi dirûşma 'xwerêveberiya me azadiya me ye' li ber xwe dide. Hikûmeta AKP'ê ya ku armanca xwe şikandina berxwedana xwerêveberiyê ye, berê xwe dizîvirîne kîjan alî, li berxwedanê rast tê. Bi vê têkçûnê re, tevî polîtîkayên xwe yên gemarî, bi tank û çekên xwe bombeyan li ser gel dibarîne û bi vî rengî careke din rûyê xwe yê qetlîamker nîşan dide. Ev rûyê qetlîamker ê AKP'ê, ji bo jinên ciwan ên Kurd bûye radeya dawî ya sebrê difûrîne!
Ev rastî careke din ji aliyê hemû jinên ciwan ve hatiye dîtin; Hikûmeta AKP'ê zîhniyeteke qetlîamker, yekparêz û faşîst e. Mirovên ku nêrîna wê ya yekparêziyê qebûl nake qetil dike; bi her awayî komkujiyan li ser ferz dike, dest diavêje, digire, nirx û dîrokê xera dike, dişewitîne! Hikûmeta AKP'ê û çeteya vê hikûmetê, ku ev nêzî du hefte ne van polîtîkayên xwe yên qetlîamker bênavber didomîne, ji bo komkujiyeke mezin bike bi top û çekên xwe yên giran, mirovên ji bo xwerêveberiyê li ber xwe didin, qetil dike. Destûrê nade ku mirî jî ji erdê bên rakirin û cenazeyan bi saetan li nava kolanan dihêlîne. Di bin navê 'qedexeya derketina derve' de gel li nava malan radigire û bi sekvanên xwe re gefê li jiyana mirovan dixwe. Cihên îbadetê yên gel xera dike û bombeyan diavêje şûn û warên dîrokî."
'YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ, QEWIRANDINA AKP'Ê JI KURDISTANÊ YE'
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP wê nikaribe berxwedana bi rûmet a gel bişikîne û hat gotin, "Gelê me bi salane bi berxwedanê re bersiv daye her şêwe êrîşan. Bersiva herî xurt a di vê demê de bê dayîn jî, wê berxwedan be. Gelê Sûrê bi jin û ciwanên xwe re wê xwedî li xwerêveberiyê derkeve. Ji bo me jinên ciwan yekane rêya rizgariyê, qewirandina vê hikûmeta qetlîamker ji Kurdistanê ye. Ji bo vê yekê jî divê em di şexê Ş. Dîlan, Ş. Bermal, Ş. Berfînan de her derê veguherînin Sûrê."
'BI XWEDÎDERKETINA LI SÛRÊ RE EM LI KURDISTANÊ BI SER BIKEVIN'
Komalên Jinên ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Jinên ciwan, girîng e pêngava me ya şoreşgerî ya xwe dispêre xwerêveberiyê, li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bi berxwedanê xurt bikin û jê re pêşengiyê bikin! Di serî de Sûr, paqijkirina hemû qadên berxwedanê ji hikûmeta AKP'ê ya çete, weke wezîfeyeke dîrokî li pêş me jinên ciwan e. Pêwîste em her cihî bikin Sûr û xwedî li qadên xwerêveberiyê derkevin! Divê ev yek were zanîn; berxwedan û serketina li Sûrê wê bibe serketina li Kurdistanê. Ji ber vê yekê banga me li hemû jinên ciwan ew e ku xwedî li berxwedana Sûrê derkeve û serketina bêdawî li Kurdistanê biafirînin."