Li Dusseldorfê wê di 21-24'ê Kanûnê de konê hişyarkirinê bê vedan
Li ser banga TJK-E wê li Dusseldorfê di navbera 21-24'ê Kanûnê de ji bo hişyarkirinê kon bê vedan.
Li ser banga TJK-E wê li Dusseldorfê di navbera 21-24'ê Kanûnê de ji bo hişyarkirinê kon bê vedan.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) wê li Dusseldorfê di navbera 21-24'ê Kanûnê de ji bo hişyarkirinê kon bê vedan.
Di civîna bi beşdariya Hevserokên Meclîsa Jinê ya Dusseldorfê, Meclîsa Jinê ya Viyan a Wûppertalê, Meclîsên Jinê yên Monchengladbach, Krefeld Grevenbroûch, Neûss, Solîngen û nûnera Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ de, plansaziya çalakiyan hat destnîşankirin.
Li gorî vê yekê wê di navbera 21-24'ê Kanûnê de li ber Haûptbahnhof a Dusseldorfê kon were vedan û bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" saet di navbera 12:00-20:00 de bi dorvegerî nobed were girtin. Di çalakiyê de wê bal were kişandin ser terora dewletê ya li Kurdistanê dike û xwerêveberî û gelê berxwedêr ê li Kurdistanê bê silavkirin. Plansaziya çalakiyan bi vî rengî ye:
21.12.2015 - DUŞEM
12:00- 16:00 Meclîsên Jinê yên Dusseldorf û Krefeldê
16:00-20:00 Meclîsên Jinê yên Grevenbroîch û Monchengladbachê
Paralelî çalakiya kon, wê jin çalakiya bi kefen lidar bixin.
22.12.2015 - SÊŞEM
12:00-16:00 Meclîsên Jinê yên Wûppertal û Solîngenê
16:00-20:00 Meclısên Jinê yên Neûss û Dusseldorfê
Tevî van çalakiyan wê ciwan lîstika şano pêşkêş bikin.
23.12.2015 - ÇARŞEM
12:00-20:00 Meclîsên Jinê yên Dûîsbûrg û Herêmê
Paralelî çalakiyê wê li ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê sînevîzyon were nîşandan.
24.12.2015 - PÊNCŞEM
10:00-12:00 Bi beşdariya hemû Meclîsên Jinan ên Herêmê çalakiya kon were lidarxistin. Çalakî wê bi tevlîbûn û desteka jinên Kurd û hêzên şoreşger û dost, bi çalakiya xeleka ji mirovan bi dawî bibe.
Di dema çalakiyan de wê belavokên bi zimanê Elmanî werin belavkirin û der barê pêvajoyê agahî bê dayîn.