JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Rihayî wê 8'ê Adarê bi ronahiya şoreşê pêşwazî bikin
Jinên Rihayî amadekariyan dikin, ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi ruhê şoreşa Rojava pêşwazî bikin. -
Li Swêdê çalakiyên ji bo destekkirina Kobanê
Li bajarên Swêd Stockholm û Sandvîkenê, jinan di dawiya vê hefteyê de ji bo tevkariyê li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bikin û destekê bidin zarokên Kobanê, çalakî lidar xistin. -
'Em cuda ne, cihêreng in lê hevgirtî ne'
Jinên ji gelên cuda yên tevlî kongreya Yekîtiya Star bûn gotin, "Li jinên Ereb, Suryanî, Ermenî, Asûrî û hemû jinên Sûriyeyî pîroz be. Kongreyeke rengîn bûn." -
Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan a li Evry kongreya xwe ya 2. pêk anî
Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan a li bajarê Fransa Evry, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Bi beşdariya gelek jinan kongre li lkolana Navenda Civaka Demokratîk a Grîgny pêk hat. -
Li Meletî polîsan êrîşî meşa ji bo Cansel Bûse kirin
Meşa ji bo Cansel Bûse K. A piştî rastî destdirêjiya cinsî ya mamosteyê xwe hat întîxar kir, rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
Dayîkên Şemiyê aqûbeta rewşenbîran pirsî
Dayikên Şemiyê di hefteya 569'an de çalakiya rûniştinê ya "Faîl diyar in, winda li kune?" berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê li Sûrê mezin bû û li Stenbolê hat windakirin pirsîn. -
Jinên KJA'yî wê li Silopiyayê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê bikin
KJA ji Silopiyayê dest bi çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê dikink. Endamên KJA'yê ji Silopiyayê bang kirin û gotin, "Em li benda hemû jinan e ku di 1'ê Adarê de bên cihê Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatine qetilkirin." -
YPJ’ê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir
Şervana YPJ’ê Sara Cûdî 20’ê vê mehê di operasona QSD’ê ya rizgarkirina Şedadê de jiyana xwe jidest dabû. -
Berjîn Demîrkaya ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê hat qetilkirin, li navçeya Tekman a Erziromê bi merasîmekê ve ji aliyê hezaran hat oxirkirin. -
Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê yên li Ewropayê hat eşkerekirin
TJK-E, bernameya çalakiyên 8'ê Adarê yên li Ewropayê eşkere kir. Li gelek bajaran wê meş, panel û çalakiyên cuda bên lidarxistin. -
Bernameya 8'ê Adarê ya li Başûrê Kurdistanê hat eşkerekirin
Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê planeke çalakiyan eşkere kir. -
Çalakiyên 8'ê Adarê wê li cihê Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatin qetilkirin destpê bikin
Aktîvîstên KJA'yê ji Silopiyayê dan xuyakirin, ku çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê di 1'ê Adarê de li cihê Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatine qetilkirin bidin destpêkirin û bang li jinan kirin, ku biherikin Silopiyayê. -
Kongreya Yekîtiya Star di roja 2. de ye
6. Kongreya Giştî ya Yekîtiya Star di roja duyemîn de ye. -
'Kongreya me ya bi hêza ji berxwedanê pêk tê, wê têkoşînê mezin bike'
Endama Heyeta Rêveberiya TEVDEM'ê û Komîteya Amadekar Kongreya Yekîtiya Star Hanîfe Huseyîn diyar kir, 6. kongreya Yekîtiya Star di pêvajoyeke azadbûna Şedadê û berxwedaneke mezin a li Bakurê Kurdistanê de tê lidarxistin. -
Kongreya 6. a Yekîtiya Star destpê kir
6. Kongreya Yekîtiya Star a Rojavayê Kurdistanê, bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Êzidî, Ermenî û enternasyonalîst destpê kir. -
Ji KJK'ê danezana 8'ê Adarê
Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku ew 8'ê Adara îsal, di şexsê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de diyarî hemû cangoriyên berxwedana Cizîrê dikin. -
Li Strasboûrg û Munchenê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin
Li bajarê Fransa Strasboûrgê û li bajarê Elmanya Munchenê, mîna her rojên Çarşemê duh jî têkildarî komkujiya li Parîsê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin. -
Kurdistaniyan bang li DMME kir: Ev bêdengî dikuje
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa di serî de Cizîr û Sûr ji bo şermezarkirina bêdengiya li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ber bi avahiya DMME meşiyan. -
Nobeta Dayikên Aştiyê dewam dike
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê a 16. li ber Qesra Dolmabahçeyê pêk anîn. -
Li Swêdê 'Komuna Jinê ya Warşîn' hat ragihandin
Jinên Kurd ên li bajarê Gavle yê li herêma Dalarna ya Swêdê dijîn, xebatên xwe yên li bin sîwana Meclîsa Jinên Kurd a Demokratîk derxistin asteke bilindtir û Komuna Jinê ya Warşîn a Gavleborgê ragihandin. -
Li Rojava rêxistinbûyîneke nû: Yekîtiya Jinên Ciwan hat ragihandin
Di 1. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan a Rojava de, Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava hat îlankirin. Yekîtiya Jinên Ciwan ê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê şaxên xwe veke. -
TJK-E ji bo Çalakiya Nobedê banga tevlîbûnê kir
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiya nobedê ya 22'ê Sibatê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Strasboûrgê, banga tevlîbûnê kir. -
Fatma Ateş a ku li Surê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Fatma Ateş (55) a ku li navçeya Surê ya Amedê di encama guleya hewanê de bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. -
Polîsên Tirk dayik qetil kir keça wê ya 10 salî jî birîndar kirin
Li Nisêbînê ku dorpêç û êrîşên hêzên dewletê bi mehan e didome, di gulebarana polîsan de jina bi navê Dilşah Ak hate qetilkirin, keça wê ya 10 salî jî ji piyê xwe birîndar bû. -
Balafirgeha Frankfûrtê hat dagirkirin
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, yek ji mezintirîn balafirgehên Ewropayê balafirgeha bajarê Elmanya Frankfûrtê hat dagirkirin.