YPJ’ê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir
Şervana YPJ’ê Sara Cûdî 20’ê vê mehê di operasona QSD’ê ya rizgarkirina Şedadê de jiyana xwe jidest dabû.
Şervana YPJ’ê Sara Cûdî 20’ê vê mehê di operasona QSD’ê ya rizgarkirina Şedadê de jiyana xwe jidest dabû.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di operasyona QSD’ê ya rizgarkirina Şedadê de jiyana xwe jidest dabû, eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi berxwedaniya Arînan û Destînan em gihştin vê asta ku îro em tê de ne. Gelek şopdarên riya wan çêbûn û bi fedaîtî û lehengiyan destan nivîsandin û yek ji wan şervanan Sara Cûdî ye ku bi wî ruhî û bê dudilî jiya û di nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)ê de li hember dijminê mirovahiyê şer kir û tevlî nav refên şehîdan bû.
Em weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ û Yekîneyên Parastina Gel YPG soza şopdariya riya şehîdan nû dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Sara û hemû malbatên şehîdan re dixwazin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Sara Cûdî
Nav û Paşnav: Fatma Fîdan
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Ebêd
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka şehadetê: Şedadê – Gundê Debsiye 20’ê Sibata 2016’an.