Jinên Kurd ên li bajarê Gavle yê li herêma Dalarna ya Swêdê dijîn, xebatên xwe yên li bin sîwana Meclîsa Jinên Kurd a Demokratîk derxistin asteke bilindtir û Komuna Jinê ya Warşîn a Gavleborgê ragihandin.
ANF
GAVLE
yekşem, 21 reşemiyê 2016, 09:45
Di vê kombûnê de jinan, cangoriyên berxwdana xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê bibîr anîn, berxwedana li Bakur a bi pêşengiya YPS Jin û şervanên YPG/YPJ ên li Rojavayê Kurdistanê tevî bomberdûmana dewleta Tirk jî çeperên nû bi dest dixin, silav kirin.
Di civînê de, li û xwendina rapora xebatê ya li ser karê sala dawî, jinên beşdar giranî dan ser girîngiya rêxistinbûyînê. Hat ragihandin, ku rêxistinbûyîna komunê, tevî zane û bi vînkirina jinan wê têkoşîna li hemberî zext, şîdet û qirkirina jinan têkoşînê xurttir bike.
Di encama nîqaş û pêşniyarên ahtin kirin de Komuna Jinê ya Warşîn a Gavleborgê xwe bi 5 komîsyonên Komîsyona Rêxistinî û Têkiliyên bi Gel re, Komîsyona Têkiliyên Derve, Komîsyona Rojava, Komîsyona Perwerdeyê û Komîsyona Jinên Ciwan bi rêxistin kir. Amblema komunê jî ji aliyê jinan ve hat diyarkirin.
Ji bo berdevkiya komunê jî Evîn Tak, Halîme Aldûr û Sîbel Tokat hatin hilbijartin. Kongre bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.