Ji KJK'ê danezana 8'ê Adarê

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku ew 8'ê Adara îsal, di şexsê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de diyarî hemû cangoriyên berxwedana Cizîrê dikin.

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku ew 8'ê Adara îsal, di şexsê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de diyarî hemû cangoriyên berxwedana Cizîrê dikin.

Koordînasyona KJK'ê danezana 8'ê Adarê weşand. Koordînasyonê diyar kir, ew 8'ê Adar îsal bi şiyara 'Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe çalakiyan lidar dixin' diyarî berxwedêrên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin û got, "Bi helwesteke hêjayî van hevrêyan re em bi biryar in ku rojên her salê bikin 8'ê Adarê, 8'ê Adarê bikin îsyan, veguherînin roja hesabpirsînê û salê bi serketinê re tacîdar bikin. Bi vî ruh û zanebûnê re em bang li hemû jinan dikin ku rûmeta serketinê ya sala fînalê parve bikin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser bingeha serketinê pîroz dikin."

KJK'ê da xuyakirin, ku sedsala 21'an pêkane bibe sedsala azadiya jinan û gelan û destnîşan kir, ku pêşketinên li Rojhilata Navîn, hişyarbûna jinan wê bi awayekî cidî zorê bide sîstema bi serdestiya mêr ji bo were guhertin. KJK'ê ragihand, ku di nava hevsengiyên guherînê yên li Rojhilata Navîn de êdî têkoşîna azadiyê ya jinê weke hêzeke xurt cih digire û derdikeve pêş.

Di danezanê de hat ragihandin, çareseriya modernîteya demokratîk a weke rêya sêyemîn tê pênasekirin, weke alternatîfa çareseriyê ku hemû gel û beşên civakê karibin xwe lê îfade bikin û bi hev re bi awayekî azad-wekhev bijîn, dikare rê li ber pêşketinan veke. KJK'ê got, "Paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya modernîteya nû ku xwe dispêre hêmanên neteweya demokratîk, eko-endustrî û komunalîzmê, li Rojhilata Navîn yekane rêya çareseriyê ye."

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ku li Misir, Tûnis, Afganîstan, Rojhilatê Kurdistanê-Îran, Başûrê Kurdistanê-Iraqê lêgerîna azadiyê ya gel û jinên ji çand û baweriyên cuda, mezin bûye û got, "Di vî warî de meyele azadiyê ya gelekî mezin derketiye holê û bi lez li tevahiya herêmê belav dibe. Li Bakurê Sûriyeyê-Rojava û li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, ji niha ve gavên vê hatine avêtin."

Koordînasyonê bibîr xist, ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de jin û dayik li refên herî pêş cih digirin. Li qada siyasî jî pêşengiyê dikin û diyar kir, ku li gelek deverên din ên cîhanê jî jin li hemberî sîstema mêtîngeriya mêr, li dijî desthilatdarî û faşzîmê li qadên têkoşînê ne.

KJK'ê ragihand, ku êdî rastiya jina bêçare ya li pêşberî sîstema bi serdestiya mêr a wehşî êdî nîne û got, "Êdî tevgerên jinan ên bi bandor, xwedî vîn û rêxistinbûyî hene ku bi xweparastina xwe dizanin û xwedî projeyên jiyana azad demokratîk in."

KJK'ê destnîşan kir, ku hêza jina heye qedere şer û aştiyê diyar bikin û bang li hemû jinan kir, ku bi vê zanebûnê re xwe bêhtir bi rêxistin bikin û bi bilindkirina têkoşîna hevpar re jiyana azad ava bikin.

Di danezana 8'ê Adarê ya Koordînasyona KJK'ê de ev xal hatin destnîşankirin:

1- Li hemberî êrîşên rêxistinbûyînên dewletê yên bi serdestiya mêr ên faşîst, ku bi şîdetê re hewl didin gelan, jinan qetil bikin û teslîm bigirin, em sala 2016'an bi mîsyona sala 'li hemberî êrîşên faşîst ên topyekûn, berxwedana topyekûn' dinirxînin. Li ser vê bingehê weke Tevgera Azadiyê ya Jinê em bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinbûyînên li ser navê azadiya jinê derketine holê, hêzên şoreşger, antî kapîtalîst, ekolojîst û gelan dikin, ku li dora eniya şoeşger a hevpar li hev bicivin û di asta herî bilind de li ber xwe bidin.

2- Tevî hemû hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, helwesta faşîst-çete ya dewletê bû sedem ku diyalog nebe rêyeke çareseriyê, polîtîkaya tecrîd, zext û îşkenceyê zêde kiriye. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd azadiya Rêber Apo esasê têkoîna me ye. Em bang li her kesên li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dijîn dikin, ji bo rakirina tecrîda li ser afirînerê aştiyê Rêberê me çalakiyên xwe xurt bikin. Em bang li CPT jî dikin ku derhal bikeve nava tevgerê.

3- Gelekî girîng e şerê li Rojhilata Navîn bi azadiyê bi dawî bibe û weke jinên herî zêde mexdûrê şer bûne, em çareseriya xwe, vîn û hebûna xwe nîşan bidin. Bi biryardariya bidestxistina siberojê di 'kêliya' heyî de, pêwîstî bi lidarketina Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn, bi biryadarî û bi destwedana li 'kêliyê' heye. Li ser vê bingehê em bang li jinên Rojhilata Navîn dikin ku çareseriyê biafirînin û herêmê bi destê jinê ji nû ve ava bikin.

4- Xwedîderketin û tedarikkirina pêwîstiyên stargeh, xwedîkirin û parastinê yên jinên di şer de berdêlên herî giran didin, girtina tedbîrên di vî warî de û pêşîgirtina li koçberiyê, wezîfeya bingehîn e li pêşiya me.

5- Li gorî rastiya 'faşîzma mêr siberoja me dikuje', ji her demê bêhtir girîng e ku jinên cîhanê û yên li herêmê li dijî faşîzmê rêxistinbûyîna hevpar a têkoşînê were afirandin û çalakî bên lidarxisttin. Zîhniyeta serdest a mêr a faşîst-yekparêz, jiyanê dikuje. Parastina jiyanê bi jîndarkirina jinê û gelan bi awayekî azad, pêkane. Li ser vê bingehê weke jinên Tirk, Ereb, Asûrî, Fars, Kurd, Laz, Çerkez, Ermenî û Ewropî em dibêjin, dem dema rêxistinbûyîna hevpar, têkoşîna hevpar û endamgirtinê ye. Em bang li jinan dikin ku ji bo 'jîndarkirina jiyanê' dest bi çalakiyan bikin.

6- Li ser bingeha 'parastina xwe, mafekî gerdûnî yê herî pîroz e', li dijî faşîzm, terora mêr û dewletê em banga xurtkirina rêxistinbûyîna xweparastinê û têkoşîna li hemberî faşîzmê dikin.

7- Bi daxwaza 'Bila kujer werin darizandin', ji bo gurûha çete ya Erdogan ê jin û gelê me qetil dike weke sûcdarê şer bê darizandin, wezîfeya sereke ya rêxistinên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl e ku saziyên navneteweyî di vî warî de bixin nava tevgerê. Em bang li saziyên navneteweyî yên weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku li pêşberî komkujiya li Cizîrê bêdeng bû dikin, tavilê ji vê şaşîtiyê vegerin, nebin hevparê vî sûcê mirovahiyê yê li dijî gelê Kurd û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

8- Berpirsyariya hemû jinan e ku hesab ji cînayet û komkujiyên li jinan tê kirin bipirsin, hînî xweparastinê bibin, bi rêxistinbûyîn û çalakiyên xwe re pêşî li şîdetê bigirin.

9- Parvekirina ked, hilberîn û jiyanê divê azad û wekhev be. Li dijî newekheviya li qada ekolojîk û aboriyê, têkoşîna bi hişmendiya ekolojîk û aboriya komunal lih emberî sîstema mêtîngeriyê, wezîfeya me ya bingehîn e. Îsal wê bibe saleke ku em ê rêxistinbûyîna xwe ya li vê qadê xurttir bikin û bêhtir bikevin nava tevgerê.

10- Bûyîna jina azad û kesayeta azad, bi zanebûnê re pêkane. Bi zanestiya jinê jineolojiyê, bi nêrîna jinê re xurtirina xebatên perwerdeyê, veguherîna her cihî weke qada akademiyan û destwerdana li aqlê mêr û zîhniyeta bi vî aqlî derketiye holê, şertê hişmendiya azad e.

11- Bi hişmendiya 'hêza me rêxistinbûyîna me ye' re, ji bo mezinkirina eniya berxwedanê li hemberî faşîzmê, mêrê zordar û dewleta çete, em bang li hemû jinan dikin ku bi lezgînî çalakî û rêxistinbûyîneke hevpar biafirînin.

12- Em modela xwerêveberiyê ya xwe dispêre neteweya demokratîk weke sîstema îdarî ya bingehîn dinirxînin. Em xwedî li xwerêveberiya li Rojava şênber bûye û li Bakurê Kurdistanê tê avakirin derdikevin û radigihînin, ku ji bo li çar parçeyên Kuerdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn bikeve meriyetê, em ê di asta herî bilind de têkoşîna xwe bimeşînin. Em bang li jinan, gelan û baweriyan dikin ku li hemberî netewe dewletê, li dora xwerêveberiyan xwe bi rêxistin bikin û bikin ku dewletên desthilatdar nema karibin bi rê ve biçin. Li dijî êrîşên qetlîamker ên dewleta AKP-çete, avakirina sîstema demokratîk a bi mezinkirina berxwedana xwerêveberiyê re, wê helwesta me ya bingehîn a tevlîbûna li pêvajoyê be.

13- Li herêmê 3. şerê cîhanê diqewime. Ev yek têkoşîna ji nû ve diyarkirina sîstema cîhanê ye. Ji aliyê stratejîk ve xeta têkoşîn û sekna demokratîk a jinan û gelan ku Rêber Apo weke xeta sêyemîn diyar kir, bi pêşengiya tevgera me ya azadiyê re rê li ber destketiyên cidî vekir. Têkoşîna azadiya jinê û gelê Kurd weke hêzeke herêmî di avakirina sîstemê de veguheriye hêzeke diyarker. Birêxistinkirina modela jiyana demokratîk li ser bingeha xweserî û konfederalîzmê û mayîndekirina vê, stratejiya me ya têkoşînê ye.

14- Tevlîbûna hemû parçeyan li pêvajoya berxwedan û avakirina xwerêveberiyê y ali Rojava û Bakurê Kurdistanê û bicihanîna vê rêxistinbûyînê li parçeyên din, wê wezîfeya sereke ya tevgera azadiyê ya jinê be. Li ser vê bingehê tevlîbûna hemê rêxistinên me di asta seferberiyê de li pêvajoyê, wê temînata jîndarkirina xeta Rêbertî be. Bi vê berpirsyariyê re, bi ruhê seferberiyê re em ê îdîaya qezenckirina serdemê bixin meriyetê.

15- Li Rojhilatê Kurdistanê, demokratîkkirina Îranê, li ser bingeha xeta azadiya jinê veguherîna civakê, tevlîbûneke çalaktir li têkoşîna azadiya jinê û neteweyî, şert e. Li ser vê bingehî, bi ruhê têkoşîna azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê, berfirehkirina rêxistinbûyîn û çalakiyan esas e.

16- Li Başûrê Kurdistanê, krîza rêveberî-civakî û aborî û binpêkirina mafê jinê pêwîstiya bi rêxistinbûyîneke xurttir û têkoşîneke demokratîk hîn bêhtir derdixîne holê. Li hemberî nêzîkatiyên ku xizmetê ji yekîtiya neteweyî û pêşketina demokratîk û azadîparêziya jinê nakin, afirandina rêxistinbûyîna jinê ya bi bandor û têkoşîneke di vî warî de wezîfeya me ya lezgîn e. Di heman demê de ji aliyê siyasî ve jî, li ser bingeha rastiya 'Yên dijminatiyê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin, nikarin bibin dostê Başûrê Kurdistanê', em ê  li hemberî rêxistinbûyînên hevkar têkoşîneke aktîf û bi bandor bimeşînin.

17- Bi pêşengiya jinên Şengalê re veguherandina Şengalê weke navenda jiyana azad, wê destketiyeke dîrokî be. Hilanîna tola jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li bazaran hatin firotin û hatin qetilkirin, bi şînkirina jiyanê li Şengalê re pêkane. Xweseriya Şengalê, parastina çand û civaka me ya Êzidî û avakirina sîstema azadiya jinê, di nava salê de perspektîfa me ya bingehîn e.

18- Li hemberî rêxistinbûyînên ku dixwazin destketiyên gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk pêşkêş bikin, têkoşîn şert e. Ji bo mayîndebûna destketiyên demokratîk ên gelên me, em bang li hemû hêz û derdorên pêwendîdar dikin ku bi lezgînî kongre-konferansa neteweya demokratîk bicivînin. Li ser vê bingehê em weke jin bang dikin, ku 3. Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî ya berê biryara wê hatibû stendin, bi lezgînî kom bibe.