Bernameya 8'ê Adarê ya li Başûrê Kurdistanê hat eşkerekirin

Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê planeke çalakiyan eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî a RJAK'ê de hat ragihandin, ku têkoşîna jinê bi pêşengiya Clara û Roza destpê kir û hat gotin, "Bi têkoşîna Leyla Qasim, Zîlan û Viyanan didome. Bi saya rêxistinbûyîna jinê, her şêwe şîdet û êrîşên li hemberî jinê tên şikandin. Bi îdeolojî û felsefeya Birêz Oaclan re jin roj bi roj nêzî azadiyê dibin. Li Bakur û Rojava pêşengiya jinê îspat bû."

JI BO ÇALAKIYÊN 8'Ê ADARÊ BANG LI JINAN HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa jinê ya li Başûrê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ji bo çareseriya krîzên li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi projeyên çareseriyê yên jinan heye.

RJAK'ê da xuyakirin, ku ew ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyan lidar bixin û ev agahî da: "Di 1'ê Adarê de li navenda Kerkûkê û navçeya wê Daqûqê, di 2'ê Adarê de li Ranya û Qeladizê, di 5'ê Adarê de li Kerkûkê, di 6'ê Adarê de li navenda Silêmaniye û navçeya Pencewenê, di 7'ê Adarê de li navçeya Derbendixan a Silêmaniyeyê, di 8'ê Adarê de li Hewlêrê wê çalakî bên lidarxistin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi xurtî beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bibin."