Nobeta Dayikên Aştiyê dewam dike
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê a 16. li ber Qesra Dolmabahçeyê pêk anîn.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê a 16. li ber Qesra Dolmabahçeyê pêk anîn.
Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ku her çalakiya rûniştinê li ber Qesra Dolmabahçeyê bi dirûşmeya "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî" û "Mutabaqeta Dolmabahçe Bila bikeve Meriyetê" pêk tînin di 16. hefteyê xwevde berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên "Bila maseya aştî yali Dolmabahçeyê hatî xistin ji nû ve bê avakirin", "Em dayik in, Kurd in, Tirk in, Laz in, Çerkez in, Ereb in, lê dayik in", "Dayik wê destûrê nedin şer" û dowîzên "Em ê ji komkujiyê re bêdeng nemînin" , "Jin şer naxwazin" û "Bila tecrîd rabe muzekere destpê bike" hatin vekirin.
Dayik wê di hefteya bê de jî çalakiya xwe bidomînin.