Kongreya Yekîtiya Star di roja 2. de ye
6. Kongreya Giştî ya Yekîtiya Star di roja duyemîn de ye.
6. Kongreya Giştî ya Yekîtiya Star di roja duyemîn de ye.
Kongreya 6. Yekîtiya Star duh bi dirûşmeya 'Bi jina azad re ber bi Sûriyeya Demokratîk ve" li salona Aram Dîkram li bajarokê Rimêlan destpê kir. Di kongreyê de 251 delege ji Kobanê, Cizîr, Şam û Lubnan beşdar bûn û ji ber şer û ambargoyê delegeyên kantona Efrînê nikaribûn tevlî bibin.
Di rêze bernameya duh de, gelek axaftin ji aliyê delegeyan ve hatin kirin, nameyên pîrozbahiyê hatin xwendin, her wiha kongre bi xwendin û nîqaşkirina rapora xebatên Yekîtiya Star ên di navbera her du kongreyan de dewam kir.
Îro jî kongre dewam dike û tê de wê raporên kar û barên rêxistinî, pirsgirêkin rû dan, şêweyê çareserkirina wan, rê û rêbazên berfirehkirina rêxistinê bên nîqaşkirin.
Li gor hin çavkaniyên ku cihê xwe di komîteya amedekar de digirin, di rêzebernameya îro de wê nîqaş dewam bikin, rêzikname bê xwendin û erêkirin, desteyên nû yê rêverberiyê bên hilbijartin, plansazî bê amedekirin. Tê payîn ku îro kongre bi xwendin encamnameyê bi dawî bibe.