Polîsên Tirk dayik qetil kir keça wê ya 10 salî jî birîndar kirin
Li Nisêbînê ku dorpêç û êrîşên hêzên dewletê bi mehan e didome, di gulebarana polîsan de jina bi navê Dilşah Ak hate qetilkirin, keça wê ya 10 salî jî ji piyê xwe birîndar bû.
ANF
MÊRDÎN
în, 19 reşemiyê 2016, 15:20
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku êrîşên tevkujiyê didome, hêzên dewletê dîsa can girtin. Li taxa Abdulkadîrpaşa ya navçeyê, polîsan ji wesayîtên zirxî jina bi navê Dilşah Ak (45) û keça wê ya 10 salî gulebaran kir. Di gulebaranê de Ak û keça wê birîndar bûn. Li gel komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxale kir jî, Dilşah Ak jiyana xwe ji dest da. Keça wê ya 10 salî ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.