BI DÎMEN

Li Meletî polîsan êrîşî meşa ji bo Cansel Bûse kirin

Meşa ji bo Cansel Bûse K. A piştî rastî destdirêjiya cinsî ya mamosteyê xwe hat întîxar kir, rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Meşa ji bo Cansel Bûse K. A piştî rastî destdirêjiya cinsî ya mamosteyê xwe hat întîxar kir, rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Ji bo Cansel Bûse K. a li Kayseriyê piştî  destdirêjiya mamosteyê xwe întîxar kir, li Meletî meşek wê bihata lidarxistin. Meş li Taxa Paşakoşku li pişt pankarta, “Ji bo Cansel Bêdeng nemîne” hat destpêkirin.

Girseya bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ji bo daxuyaniya çapemeniyê ber bi Qada Emeksîz dimeşiya ji aliyê polîsan hat sekinandin, hat dorpêçkirin.

Li ser astengiya meşê di navbera gel û polîsan de alozî derket. Polîsan êrîşî girseyê kirin, bi copan gelek kes derb kirin. 2 kes di êrîşan de ji gelek cihên xwe birîndar bûn.

Daxuyaniya destûra wê ya li Qada Emeksîz nehat dayîn, li pêşiya PTT’ê ya li Taxa Paşakoşku hat dayîn û çalakî bi dawî bû.