BI DÎMEN

Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan a li Evry kongreya xwe ya 2. pêk anî

Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan a li bajarê Fransa Evry, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Bi beşdariya gelek jinan kongre li lkolana Navenda Civaka Demokratîk a Grîgny pêk hat.

Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan a li bajarê Fransa Evry, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Bi beşdariya gelek jinan kongre li lkolana Navenda Civaka Demokratîk a Grîgny pêk hat.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Piştre rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin.

Endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zozan Serhat li vir peyivî û got, "Tevgera azadiyê ya Kurd, bi berxwedana awarte ya jinên Kurd re her tim derketiye pêş. Bi navê YPJ'ê ev yek ji aliyê tevahiya raya giştî ya cîhanê ve hatiye qebûlkirin." Serhat diyar kir, êrîşkariya Erdogan û dewleta Tirk a li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê nîşan dide ku ev berxwedan awarte ye.

Endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Leyla Şoreşger jî bal kişand ser rola meclîsên jinan di rêxistinbûyîna jinên Kurd ên li Ewropayê.

Piştî xwendina rapora li ser karê salekê, beşdaran rapor nirxandin û dûre Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan a ji 45 kesan hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" bi dawî bû.

...