Berjîn Demîrkaya ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê hat qetilkirin, li navçeya Tekman a Erziromê bi merasîmekê ve ji aliyê hezaran hat oxirkirin.
Endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê hat qetilkirin, li navçeya Tekman a Erziromê bi merasîmekê ve ji aliyê hezaran hat oxirkirin.
Endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê hat qetilkirin, piştî karên otopsiyê, li navçeya Tekman a Erziromê bi merasîmekê ve ji aliyê hezaran hat oxirkirin.
Darbesta Demîrkaya a bi ala kesk, sor û zer pêçayî, anîn mala wê ya li Taxa Madragê.
Piştî wecîbeyên olî, Demîrkaya ji ber malê hat wergirtin, bi meşeke ku dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” ve heta goristana li navçeyê anîn.
Ji bilî malbata Demîrkaya, hevşaredarên DBP’ê, endamên DBP, HDP, KJA, KCD, Dem Gençê, Parlamentera HDP’ê ya Agirî Dîrayet Taşdemîr jî tevlî merasîmê bûn.
Demîrkaya piştî rêzgirtinê bi tîlîliyan spartin axê.
Di merasîmê de bav Mevlud Demîrkaya axivî, banga yekgirtinê li gelê Kurd kir, wiha axivî: “Xizmeta ji zilmê re zilm e, xizmeta ji kufrê re kufr e. Êdî dema yekgirtinê hatiye.”
Girseya ji goristanê veqetiya derbasî konê sersaxiyê yê li Taxa Madragê bû.