Li Rojava rêxistinbûyîneke nû: Yekîtiya Jinên Ciwan hat ragihandin

Di 1. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan a Rojava de, Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava hat îlankirin. Yekîtiya Jinên Ciwan ê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê şaxên xwe veke.

Di 1. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan a li bajarê Girkê Legê bi dirûşma "Berxwedana Jinên Ciwan garantiya azadiya Rêber Apo û şoreşa Kurdistanê ye" hat lidarxistin de, biryarên girîng hatin stendin. Kongre bi beşdariya 301 delegeyan pêk hat û di encamê de navê Tevgera Jinên Ciwan a Rojava weke Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava hat guhertin. Di çarçoveya bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de soz hat dayîn têkoşîn bê meşandin. Her wiha biryar hat dayîn li gelemperiya bajarên Rojavayê Kurdistanê şaxên yekîtiyê werin vekirin.

WÊ XWE LI HER KANTONÊ BIRÊXISTIN BIKE

Ji bo Desteya Rêveberiyê ya Yekîtiya Jinên Ciwan 9 kes hatin hilbijartin. Ji her sê kantonan 3 endam ji Desteya Rêveber re hatin hilbijartin. Axaftina girtinê ya kongreyê ji aliyê endama Komîteya Amadekar Nûcan Serdûz ve hat kirin. Nûcan Serdûz da xuyakirin ku Şoreşa Rojava di pêvajoyên dîrokî re derbas dibe û got, "Ji bo avakirina Sûriyeyeke pirrengî, azad û demokratîk, wezîfe dikeve ser milê me her kesî. Li ser vê bingehê em soz didin Rêber Apo û hemû şehîdên xwe yên azadiyê, ku ji bo jinan bikişînin nava zemîna rêxistinî û bi serxistina armanca Sûriyeya demokratîk û azad, em ê bi gavên ji xwe bawer bimeşin."