'Em cuda ne, cihêreng in lê hevgirtî ne'
Jinên ji gelên cuda yên tevlî kongreya Yekîtiya Star bûn gotin, "Li jinên Ereb, Suryanî, Ermenî, Asûrî û hemû jinên Sûriyeyî pîroz be. Kongreyeke rengîn bûn."
Jinên ji gelên cuda yên tevlî kongreya Yekîtiya Star bûn gotin, "Li jinên Ereb, Suryanî, Ermenî, Asûrî û hemû jinên Sûriyeyî pîroz be. Kongreyeke rengîn bûn."
Jinên ji gelên cuda yên tevlî kongreya Yekîtiya Star bûn gotin, "Li jinên Ereb, Suryanî, Ermenî, Asûrî û hemû jinên Sûriyeyî pîroz be. Kongreyeke rengîn bû."
Ji beşdarên 6. Kongreya Yekîtiya Star, Seroka Buroya Heyeta Watan a Ereb Hensa El Hemûd, ji delegeasyona Ermenî Lûsya Martosyan, ji Şengalê Besê Xidir, Hevseroka Meclîsa Til Temirê Altûr Îshak, ji Navenda Enternasyonalîst a li Rojava Ronahî ya Îtalyayî û Viyan a Elman ji ANF'ê re axivîn.
HEMÛD: WÊ JINÊN SÛRIYEYÎ VEHEWÎNE
Hensa El Hemûd: Weke mêvan beşdarî vê kongreyê bûm. Kongre li jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Asûrî û hemû jinên Sûriyeyî pîroz be. Kongreyeke gelekî rengî bû. Di nav de ji Xiristiyan, Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî, Misilman, Filistînî gelek pêkhateyên jin hebûn. Yanî nasname û ola xwe çi dibe bila bibe, ev kongre hemû jinan hembêz dike. Ev tevlîbûn bi xwe nîşaneya serketina yekîtiya jinan e. Weke jinên Ereb gelek kar û çalakiyên me yên hevpar bi Yekîtiya Star re hene. Yekîtiya Star bingeha rêxistinbûyîna jinên Rojavayî ye. Hêvîdar im ev kongre wê ji afirandina yekîtiya jinên Rojava û gelemperiya Sûriyeyê re bibe bingehek. Yekîtiya Star heta niha li Rojava mora xwe danî binê gelek serketinan. Bi vê kongreyê re wê xebat û rêxistinbûyîna xwe mezintir bike û hemû jinên Sûriyeyê di nava xwe de vehewîne, xizmetê ji hemûyan re bike.
MARTOSYAN: DEM DEMA BIDESTXISTIN Û PARASTINA MAFÊN ME YE
Lûsya Martosyan: Ez nû rêxistinbûyîna jinê nas dikim: Cara yekê ye beşdarî kongreyeke bi vî rengî dibim. Ji ber ku hatim vexwendin û beşdarî vê kongreyê bûm gelekî kêfxweş im. Em îro li vir bi jinên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî bi hev re ne. Gelek mafên me jinan hatine talankirin. Dem ew dem e ku em mafên xwe bi dest bixin û wan biparêzin. Ev kongre wê xizmetê ji vê re bike.
XIDIR: JIN WÊ XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIN
Besê Xidir: Ji Şengalê beşdarî kongreyê bûm. Bi bîr û baweriya ku jin dikare xwe bi xwe bi rê ve bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin, ez tevlî kongreyê bûm. Ji gelên cuda jin beşdarî kongreyê bûn û ev tiştekî xweşik e. Hin tifaqê dikin û hêza xwe dikin yek. Hêvîdar im bi vê kongreyê re wê jin hêza xwe bêhtir bikin yek, êşên xwe parve bikin, vîna xwe xurt bikin û li hemberî her şêwe pirsgirêkan xwe bikin hêza çareseriyê. Weke jinên Êzidî gelek komkujî bi serê me de hat, em gelekî êşiyan. Dayikên me, xwişkên me ketin destê DAIŞ'ê. Bi vê kongreyê re em ê di vê mijarê de biryardariyeke xurt a têkoşînê biafirînin.
ÎSHAK: LI DERVE LI AZADIYÊ NEGERIN, AZADÎ LI ROJAVA YE
Atûr Îshak: Ji ber ku tevî jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Êzidî tevlî kongreyê bûm gelekî kêfxweş im. Di kongreyê de me xebatên xwe yên heta niha nirxandin. Me kêmasiyên xwe nirxandin. Em dixwazin tevahiya jinên cîhanê xebatên me bibînin û fêm bikin. Bi vê kongreyê re em ê dengê xwe bigihînin cîhanê. Lewma gelekî girîng e. Ji vir bang li jinan dikim: Li derve li lêgerînê negerin. Azadî li Rojava ye.
RONAHÎ: DIVÊ EM YEKÎTIYA LI VIR BIGIHÎNIN TEVAHIYA CÎHANÊ
Ronahî: Kongreya Yekîtiya Star gelekî girîng e. Ji ber ku ji bo azadiya jinê gaveke mezin e. Kongreya Yekîtiya Star xweserî û hêza jinê derdixîne holê. Bi derketina holê ya vê hêzê re serdestiya mêr bi demê re winda dike. Têkilî û dilsoziya jinan a bi hev re gelekî girîng e. Ev yek hem li Rojava, hem li Sûriyeyê hem jî li gelemperiya cîhanê girîng e. Divê em vê têkiliyê ji Rojava li tevahiya cîhanê belav bikin. Ez kongreyê pîroz dikim û ji ber tevlîbû me kêfxweş im.
VIYAN: JI BO MIN DESTEKEK E'
Viyan: Cara yekê ye tevlî kongreyeke bi vî rengî dibim. Hewl didim fêm bikim bê jinên li vir çawa xwe birêxistin dikin. Her wiha dixwazim têkiliya navbera jinan fêm bikim. Ji gel û derdorên cuda jin îro ji bo kongreyê li hev civiyane û ji bo Rojhilata Navîn li çareseriyeke demokratîk digerin. Ez nîqaş û xebatên wan îro dibînim û ev yek gelekî bandorê li min dike. Divê ev têkilî û asta nîqaşê li Ewropayê jî belav bibe. Ji bo min tevlîbûna li kongreyê bû destpêkek gelekî baş.