Jinên Rihayî wê 8'ê Adarê bi ronahiya şoreşê pêşwazî bikin
Jinên Rihayî amadekariyan dikin, ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi ruhê şoreşa Rojava pêşwazî bikin.
Jinên Rihayî amadekariyan dikin, ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi ruhê şoreşa Rojava pêşwazî bikin.
Jinên Rihayî amadekariyan dikin, ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi ruhê şoreşa Rojava pêşwazî bikin. Nûnerên Jinan ên li Rihayê, têkildarî têkoşîn û xebatên xwe yên li herêmê de ji ANF'ê re axivîn.
Hevberdevka KJA ya Rihayê Macîde Erkmen da xuyakirin, ku şerê kirêt ê hêzên hegemon û emperyal li hember bedena jinê dimeşînin, ji aliyê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi zelalî tê dîtin û destnîşan kir ku vê polîtîkaya kirêt li navçeya Mûş Gimgimê, bi hovîtiya li hemberî gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan hat kirin re, xwe raxist pêş çavan.
Erkmen got, "Teşhîrkirina bedena hevala me Ekîn wan, şerê kirêt ê li hemberî jinê nîşan dide. Lê ev teşhîrkirin ji bo me jinan ne cihê şermê ye, sekneke rûmetdarî ye. Ev yek nîşaneya herî şênber a hêza berxwedanê ye. Li Silopiyayê qetilkirina 3 hevalên me yên jin di salvegera qetilkirina 3 hevalên li Parîsê, mesajek li rol û mîsyona têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bû. Ji bo xwedîderketina li vê şoreşê, pêwîste jinên li Rihayê ji jinên li herêmên din ên Kurdistanê bêhetir bi berpirsyarî rabin û li ber xwe bidin."
Erkmen bal kişand ser sekna jinên Rihayî ya li hemberî zor, zilm, binçavkirin û girtinan, ku ti carî tawîz nedan û got, "Haya jinê jê heye ku bi xwe re dikare civakê azad bike û bêyî reng û nasnameya xwe winda bike, li hemberî neheqiyê derkeve. Em ê bi jinên xwe yên Tirkmen û Ermenî yên li Xelfetiyê, bi jinên Ereb ên li Wêranşarê, bi jinên Kurd ên li Sêweregê û hemû jinên xwecihî yên li navenda Rihayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li qadan xwedî li têkoŞîna azadiyê ya Kurd derkevin. Eger em Rihayê weke mozaîkeke biçûk a Tirkiyeyê binirxînin, hingî ev rengînî wê bi awayekî zelal xwe di çalakiyên jinan de nîşan bide."
Erkmen ragihand, ew ê di çalakiyên bi wesîleya 8'ê Adarê de, zîhniyeta desthilatdariyê û dewleta kirêt li qadan teşhîr bikin û got, "Ji vê derê bang li hemû hevalên jin dikim. Berpirsyariya vê pêvajoyê herî zêde li ser milê me jinan e. Bi rêxistinbûyîneke xurtir, bi nêzîkatiyeke xurt a wijdanî û exlaqî re, ji bo Kurdistan û Tirkiyeyeke mirin lê nîne û xwedî jiyaneke bi rûmet e, barê pêvajoyê herî zêde dikeve ser milê me jinan. Çi dibe bila bibe bi berpirsyariya xwe ya ji bo pêşerojê, em ê li dijî zilm û zordariyê berxwedana xwe mezin bikin û têbikoşin. Em ê ti carî xwe ji qadan venekişînin."
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol jî bibîr xist ku 8'ê Adarê li dijî hewldanên tinekirina hebûn û berxwedana jinê, roja berxwedanê ye û got, "Sekna ku em jin dixwazin di sala 2016'an de nîşan bidin, divê mora xwe li berxwedana îsal a 8'ê Adarê bixe. Me giranî daye ser xebatên xwe yên bi vî rengî. Bi şiyara 'xweparastineke xurt, têkoşîneke xurt a jinan û çalakiya xurt a jinan' re em amadekariyên xwe yên ji bo çalakiyên 8'ê Adarê didomînin."
Ozbîngol diyar kir, ew di wê baweriyê de ne bi azadbûna jinan re wê civak azad bibe û destnîşan kir, ku jin di vê pêvajoyê de dînamîka herî aktîf e. Ozbîngol got, "Em ê xebatên xwe û têkoşîna xwe ya di vî warî de heta dawiyê bidomînin. Li dijî her şêwe zîhniyetên antî demokratîk û serdestiya mêr, wê têkoşîna me bidome."