Li Strasboûrg û Munchenê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin
Li bajarê Fransa Strasboûrgê û li bajarê Elmanya Munchenê, mîna her rojên Çarşemê duh jî têkildarî komkujiya li Parîsê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin.

STRASBOÛRG
Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya ji bo edaletê hat lidarxisitn. Komek ji jinên li konê berxwedanê yê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade bûn, bi vê armancê çûn ber Walîtiya Strasboûrgê û çalakiyek pêk anîn. Jinan li vê derê daxuyaniyek dan û bibîr xistin, ku komkujiya Parîsê hînê nehatiye ronîkirin. Jin piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşmeyan vegeriyan konê berxwedanê.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya ji bo edaletê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara ve hat organîzekirin û li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat.
Di çalakiyê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin, ku kiryarên rastî li pêşberî raya giştî eşkere bike û derxîne pêşberî dadgeriyê.
Meclîsa Jinan, Ciwanên Azad û YXK Munchenê di çalakiyê de ragihandin, ku heta komkujî were ronîkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.