Kurdistaniyan bang li DMME kir: Ev bêdengî dikuje
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa di serî de Cizîr û Sûr ji bo şermezarkirina bêdengiya li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ber bi avahiya DMME meşiyan.

Çalakiya rûniştinê ya di pêşengiya TJK-E û KCD-E, bi sedan Kurdistanî di roja 3’yemîn de di konên li ber Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), CPT ên li Strasboûrgê çalakiyên xwe dewam dikin. Danê sibehê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz tevlî paneleke di çarçoveya çalakiyê de bû, piştre Kurdistanî berê xwe dan DMME ya ku di serî de Cizîr, daxwazên pêşîgirtina qetlîaman bi redkirina ‘biryarên tedbîrê yên lezgîn’ ve red kir. Di meşa ku di bin ewlehiya zêde de pêk hat, Kurdistaniyan pankartên wêne û navên kesên di qetlîamê li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane vekirin. Her wiha rahiştin wêneyên ‘sê meymûnên’ ku navê CPT, DMME, KE li ser in. Di meşê de dirûşmên bêdengiya DMME û dewletên Ewropa şermezar dikin hatin berzkirin.
Li vir li ser navê Front de Gauche- Cercle Communiste, Dominnique Haquette axivî, qetlîamên li Kurdistanê şermezar kir, peyam da ku wê li cem gelê Kurdistanê bin. Piştî axaftinên helwesta DMME şermezar dikin, girse bi dirûşmeyan heta pêşiya Konseya Ewropa ku kon lê ne, meşiya.
Her wiha domahiya rojê dengbêj û hunermendên Kurd stran gotin. Stranên ku piraniyên xwe berxwedan an jî lorik bûn, carîna rastî rondikan carîna jî rastî coşa dayikan dihat.
Di nav rojê de komek ji endamên DÎDÎF’ê kon ziyaret kirin, diyar kirin ku li cem gelê Kurd in, hêstên xwe yên piştevaniyê îfade kirin.
Tevî hewaya sar jî Kurdistanî çalakiya xwe didomînin.