TJK-E ji bo Çalakiya Nobedê banga tevlîbûnê kir
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiya nobedê ya 22'ê Sibatê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Strasboûrgê, banga tevlîbûnê kir.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiya nobedê ya 22'ê Sibatê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Strasboûrgê, banga tevlîbûnê kir.
Li ser mijara çalakiya ji bo şikandina bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û raya giştî ya Ewropa der barê komkujiyên dewleta Tirk de, TJK-E daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, pêvajoya bi ragihandina xwerêveberiyan re destpê kir, di heman demê de karakterê faşîst ê dewleta Tirk a bi maskeya demokrasiyê kifş kiriye û hat gotin, "Dewleta Tirk a bi rê û rêbazên li dijî mejî û wijdan re dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya dewletên Ewropayê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike û hat gotin, "Dewletên rojavayî yên li gorî dilê xwe herikîna dem û dîrokê diyar dikin, pêwîste vê baş zanibin; rêya me vîna xwerêveberiyê ye. Ev vîn, ne karteke ku hûn di bazariyên xwe yên li dora maseyê de bi kar bînin e. Ji bo şikandina vê bêdengiya we ya li pêşberî komkujiyan em ê bên. Ya em ê van saziyên ku îdîa dikin li ser navê mafên mirovan û demokrasiyê tevdigerin bigihînin cewhera wan, yan jî em ê etîketa sexte ya li ser wan rakin. Ji bo em bêjin, 'heta ku hûn li komkujiyên li Kurdistanê temaşe bikin, hûn hevparê komkujiyan e' em ê bên. Ji bo me rêyeke bi tenê heye; ew jî jiyana azad e. Ji bo vegotina vê, em ê werin. Ji bo em ji we re bêjin, 'Li Kobanê Apê Nemir çi be, li Cizîrê Mehmet Tûnç, li Silopiyayê Pakîze Nayir jî ew e' em ê werin. Ji bo em bêjin, 'sînorên li hev hatine çêkirin, nikare xwe li ber vîna xwerêveberiyê bigire' em ê werin."
TJK-E da zanîn, ku di 22'ê Sibatê de ew ê bi hezaran jinan re vê yekê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropayê re vebêjin û got, "Ji bo nîşan bidin ku dilê me li Sûr û Cizîrê lê dide, ji bo wan hişyar bikin ku nebin parçeyek ji vê şermê, em ê li wir bin. Bi hemû jinên dilê wan li Cizîr û Sûrê lê didin, em di çalakiya nobedê ya hefteyekê li ber Dadgeha Mafên Mirovan a li Strasboûrgê de, ku wê 22'ê Sibatê de destpê bike, bicivin."