Jinên KJA'yî wê li Silopiyayê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê bikin

KJA ji Silopiyayê dest bi çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê dikink. Endamên KJA'yê ji Silopiyayê bang kirin û gotin, "Em li benda hemû jinan e ku di 1'ê Adarê de bên cihê Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatine qetilkirin."

KJA ji Silopiyayê dest bi çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê dikink. Endamên KJA'yê ji Silopiyayê bang kirin û gotin, "Em li benda hemû jinan e ku di 1'ê Adarê de bên cihê Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatine qetilkirin."

Li Kurdistanê, çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wê li navçeya Şirnex Silopiyayê ku bi mehan di bin dorpêçî û dagirkeriya dewlet Tirk de mabû, destpê bikin. Çalakî wê bi beşdariya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Heveroka KCD'ê Selma Irmak, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û parlamenterên HDP'ê yên jin pêk were. Jinên endamên KJA'yê xebatên xwe yên ji bo vê çalakiyê dewam dikin. Çalakî wê di 1'ê Adarê saet di 10:00 de li ber avahiya HDP'ê ya Silopiyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bike. Jinên endamên KJA'yê li ser vê mijarê axivîn.

Aktîvîsta KJA'yê Fîkriye Aytîn bibîr xist, ku ew çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê diyarî 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ên di dema 'qedexeya derketina derve' de hatin qetilkirin dikin û got, "Em bi taybetî diçin taxên xwerêveberiyê û dixebitin. Em ê çalakiyên îsal mîna şahiyê li dar nexin. Çalakiyên me wê ji bo bîranîna hevalên me bin. Tevî ku li Silopiyayê qedexe rabûye jî, rewş hînê awarte ye. Dixwazin zexteke psîkolojîk li gel bikin. Lê belê tevî vê yekê jî jin ji sekna xwe ya berxwedêr tawîzê nadin. Em li benda hemû jinan e ku beşdarî çalakiya me ya li Silopiyayê bibin."

Atîn bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê ya têkoşîna li hemberî zilm û komkujiyan û got, "Ev têkoşîna jinan her mezin dibe. Hînê li ser serê me zîhniyeteke dîktator heye, zîhniyeteke qetlîamker heye, zîhniyeteke tecawizkar heye. Jin wê vê ti carî qebûl nekin. Me bikujin jî, qetil jî bikin, em ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin. Em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezin bikin."

Endama KJA'yê Leyla Guven jî diyar kir, di şexê 3 jinê li Silopiyayê hatin qetilkirin de hewl hat dayîn derb li têkoşîna azadiya jinê were xistin û got, "Ev yek derba li xebatên jinê bû. Lê wê me ji têkoşînê venegerîne, berevajî em ê hîn bêhtir bi pêş de biçin. Lewma em li Silopiyayê ye. Di qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de berxwedaneke mezin hat nîşandan. Ev berxwedan bi pêşengiya jinan hat kirin. Jinên Silopiyayê ji berê ve xwedî li têkoşînê derketine, bi ruhê serhildanê tevgeriyane."

Guven diyar kir ku tevî hemû êrîşên hêzên dewletê jî ew li taxan xebatên xwe didomînin û got, "Malên jinan bi serê wan de hatine rûxandin, lê belê moral û motîvasyona wan her bilind e. Jin dibêjin, 'Em ê ti carî ji sekna xwe ya bi rûmet tawîzê nedin. Em bi têkoşîna xwe re ne'. Me ev yek bi zelalî dîtin."

Guven qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd li Parîsê bibîr xist û got, "Piştî wê komkujiğyê me têkoşîna xwe hîn bi xurtî dewam kirin. Li dû Sêvê, Fatma û Pakîzeyan jî em ê hîn bêhtir xwe xurt bikin."

Endama KJA'yê Şukran Aşkin ragihand, ku nêzî deh roj in ew li Silopiyayê dixebitin û got, "Em diçin taxan û xebatên xwe dimeşînin. Li hemû taxan zerar hene. Lê belê tevî vê yekê jî mirov hemû berxwedêr in. Em li benda hemû jinên li Silopiyayê ne ku beşdarî vê bîranînê bibin."