Balafirgeha Frankfûrtê hat dagirkirin
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, yek ji mezintirîn balafirgehên Ewropayê balafirgeha bajarê Elmanya Frankfûrtê hat dagirkirin.
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, yek ji mezintirîn balafirgehên Ewropayê balafirgeha bajarê Elmanya Frankfûrtê hat dagirkirin.
Çalakî bi pêşengiya YJK-E herêma başûr hat lidarxistin û ji Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Hanaû, Offenbach û Bensheîmê bi qasî 100 Kurdistanî tevlî bûn.
Çalakiyê saet di 19:00 de destpê kir. Jinan bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ji bo li Sûrê komkujiyek rû nede, jinan bang li raya giştî ya Ewropayê kirin, ku derhal bikeve nava tevgerê.
Di çalakiyê de dirûşmên "Duh Hîtler, îro Erdogan", "Bijî berxwedana Sûrê", "Ewropa fînanse dike, Tirkiye lê dide" hatin qîrîn. Girseya gel ji vê derê çû gara trenê ya navendî ya Frankfûrtê û çalakiya xwe li vir dewam kir. Piştî çalakiya rûniştinê ya li vê derê çalakger bi qîrîna dirûşmeyan belav bûn.