Çalakiyên 8'ê Adarê wê li cihê Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatin qetilkirin destpê bikin

Aktîvîstên KJA'yê ji Silopiyayê dan xuyakirin, ku çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê di 1'ê Adarê de li cihê Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatine qetilkirin bidin destpêkirin û bang li jinan kirin, ku biherikin Silopiyayê.

Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê îsal li Kurdistanê, li navçeya Şirnex Silopiyayê destpê bikin.

Di çalakiyê de wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û parlamenterên HDP'ê yên jin jî amade bin. Beriya vê çalakiyê jinên KJA'yî li ber avahiya HDP'ê ya Silopiyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Aycan Azma peyivî û diyar kir, di şexsê şîdeta li hemberî jinên li Silopiyayê de dewletê êrîşî daxwazên xwerêveberiyê yên gelê Kurd kiriye. Azma bang li jinan kir, ku di 1'ê Adarê de dakevin kolanan.

Azma da zanîn, ku ew ê hesabê hemû komkujiyên li jinan hatine kirin bipirsin û bang li jinan kir, ku bên cihê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar lê hatin qetilkirin.