BI DÎMEN

'Kongreya me ya bi hêza ji berxwedanê pêk tê, wê têkoşînê mezin bike'

Endama Heyeta Rêveberiya TEVDEM'ê û Komîteya Amadekar Kongreya Yekîtiya Star Hanîfe Huseyîn diyar kir, 6. kongreya Yekîtiya Star di pêvajoyeke azadbûna Şedadê û berxwedaneke mezin a li Bakurê Kurdistanê de tê lidarxistin.

Endama Heyeta Rêveberiya TEVDEM'ê û Komîteya Amadekar  Kongreya Yekîtiya Star Hanîfe Huseyîn diyar kir, 6. kongreya Yekîtiya Star di pêvajoyeke azadbûna Şedadê û berxwedaneke mezin a li Bakurê Kurdistanê de tê lidarxistin.

Hanîfe Huseyîn da xuyakirin, ku ew di kongreya xwe ya bi dirûşma "Bi jina azad re ber bi Sûriyeya demokratîk ve" pêk tînin de, ji nû ve avabûnê esas digirin.

Huseyîn da zanîn, Yekîtiya Star weke hemû jinên Kurd ên li Sûriyeyê xwe bi rêxistin kiriye û got, "Berê weke Yekîtiya Star me xwe li gorî kantonan bi rêxistin kiribûn û li kantonan meclîsên me û komîteyên me hebûn. Eger di kongreyê de bê qebûlkirin, em dixwazin tevgera xwe bi rengê kongreyê bi rêxistin bikin û navê Kongre-Star lê bikin. Em dixwazin Kongre-Star veguherînin sîstema jiyana jinê. Li gorî vê yekê em ê rêxistinbûyîna xwe bêhtir bi pêş de bibin. Em ê komunan, meclîs, koperatîf û komîteyan ava bikin. Sîstema me wê li ser vê bingehê ji jêrê ve xwe bi berfirehî bi rêxistin bike. Her wiha eger pêşniyara me bê qebûlkirin, wê seroka kongreyê bê hilbijartin û alîkarên serok jî wê serokên kantonan bin. Eger civata kongreyê bipejirîne wê Yekîtiya Star xwe bi vî rengî bi rêxistin bike."

'NASNAMEYA XWE ÇI DIBE BILA BIBE, TEVGERA TEVAHIYA JINÊN ROJAVA YE'

Huseyîn anî ziman, Yekîtiya Star hemû jinên Hevpeymana Rojavayê Kurdistanê pejirandine vedihewîne û got, "Hemû jin, rêxistin û saziyên jinan ên ji niha û pê ve hevpeyman û pîvan qebûl kirine, wê bibin endamên vê kongreyê xwe û di bin vî sîwanî de bi rêxistin bikin. Weke ku hûn jî dibînin îro ji Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, Suryanî, Misilman, Êzidî, Xiristiyan, ji gelek nasname û baweriyên cuda jin hem weke mêvan hem jî weke delege beşdarî kongreya me dibin. Her wiha ji Ewropa, Latîn Amerîkayê jî mêvanên me yên jin li kongreyê amade ne. Mirov di destpêkê de vê pirsê ji me dikin; 'li hev komkirina jinên ji ewçend derdorên cuda di nava kongreyê de, ne karekî zehmet bû?' Di vî warî de me zehmetî nekişand. Ji ber ku li Rojava sîstemeke me ya xweseriya demokratîk heye. Nasname û baweriya xwe cuda jî be, jinên tevlî kongreya me ya îro dibin, di nava vê sîstemê de dijîn û dixebitin. Hemû bi dilxwazî tevlî vê kongreyê bûn. Ji xwe piraniya wan hem di nava Yekîtiya Star de xwe bi rêxistin kirine, hem jî xwedî rêxistinbûyînên xwe yên nasnameya gelê xwe ne. Weke Yekîtiya Star, nasnameya xwe çi dibe bila bibe me ji bo hemû jinên li Rojava perwerde pêk anîn û destek dan rêxistinbûyîna wan a xweser. Jinên niha li vê derê amade ne, bi nasnameyên xwe yên cuda, bi nasnameyên xwe endamên rêxistinbûyîna me ya Yekitiya Star in. û bi coşeke mezin tevlî kongreya me dibin."

Hanîfe Huseyîn da xuyakirin, ku ji ber astengiya tifaqa Tirkiye-PDK'ê gelek delege û mêvanên kongreya wan nikarîn beşdar bibin û diyar kir, ew niha kongreya xwe bi 250 delegeyan û bi qasî 350 mêvanan bi giştî bi 600 jinan dewam dikin.

'KONGREYA ME YA DI PÊVAJOYA BEXWEDANÊ DE PÊK TÊ, WÊ TÊKOŞÎNA ME MEZIN BIKE'

Hanîfe Huseyîn bibîr xist, ku di dema azadkirina Şedadê û berxwedana mezin a li Bakurê Kurdistanê de kongreya wan pêk tê û ev mesaj da:

"Jin bi taybetî li Bakurê Kurdistanê pêşengiyê ji berxwedanê re dikin. Ji xwe dema me li Rojava dest bi berxwedanê kirin, me ji têkoşîna li Bakurê Kurdistanê îlham girtin. Em bi wê felsefe û îdeolojiyê meşiyan û me destek dît. Îro jî em bi her awayî bi wan re ne. Dilê me niha li Nisêbînê, li Hezexê, li Sûrê, li Amedê lê dide. Ji aliyê manewî ve êdî hemû parçeyên Kurdistanê yek e. Faşîzma dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê, ji faşîzma DAIŞ'ê jî derbas bûye. Bedena jinên şehîd dikevin teşhîr dikin. Em weke jinê Rojavayî wan jinan weke pêşengê xwe dibînin. Ji yên cenazeyên jinan tazî dikin û bi vî rengî teşhîr dikin re dixwazim tiştekî bêjim; Em li Rojava bi salane li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Lê belê heta niha bedena ti jineke şehîd ketiye nehatiye teşhîrkirin. Serî jê dikin, lê bedenê tazî û teşhîr nakin. Em dibînin, çeteyên AKP'ê ji DAIŞ'ê bêhtir wehşî ne. Jinên Kurd êdî bedenê weke namûsê nabîne. Heta ku bedena me, mejiyê me, vîna me, welatê me ne azad be, dijmin dikare her tiştî bike. Ji ber vê yekê em natirsin, em bi serbilindî dimeşin. Me ev yek bi berxwedana Şehîd Sarayan a di Zîndana Amedê de ji holê rakir. Êdî jinên Kurd namûs û milk nîne. Ti kes bi ti awayî nikare têkoşîna me bisekinîne, ti rêbazeke kirêt nikare serî li me bitewîne. Em vê kongreyê jî bi hêza ji berxwedana mezin a jinên Kurd wergirtî re li dar dixin û di encama kongreyê de em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bila her kes bizanibe; li ku dibe bila bibe dilê jinên Kurd bi hev re bi heman têkoşînê re lê dide."