Li Swêdê çalakiyên ji bo destekkirina Kobanê

Li bajarên Swêd Stockholm û Sandvîkenê, jinan di dawiya vê hefteyê de ji bo tevkariyê li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bikin û destekê bidin zarokên Kobanê, çalakî lidar xistin.

Li bajarên Swêd Stockholm û Sandvîkenê, jinan di dawiya vê hefteyê de ji bo tevkariyê li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bikin û destekê bidin zarokên Kobanê, çalakî lidar xistin.

Li bajarê Sandvîkenê, Însiyatîfa Jinê ya PYD'ê weke beşek ji xebatên 8'ê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji bo tevkariyê li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bike, şevek organîze kir.

Di şeva li Sandvîken Folkets Husê de hunermendên Kurd Koma Nûrdil, Kemalê Amed, Xêro Mekle, Bêrîvan Arîn, Zak Can, Mzigîn Lezgîn û Sîdar Yîgît derketin ser dikê û li ser Kobanê û şehîdên şoreşê stran û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Nûerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û PYD'ê li şevê axivîn û destnîşan kiri ku dilsoziya bi şehîdên şoreşê re, bi tevlîbûna li nava karê ji nû ve avakirina Kobanê dibe.

Qisekeran dan zanîn, ku bi heman hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, hikûmeta AKP'ê li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nsiêbîn û Hezexê talan û hilweşînê dike û bêdengiya Yekîtiya Ewropayê hat şermezarkirin.

Bang li hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku ji bo sekinandina êrîş û komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, bikevin nava tevgerê.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

DI SALVEGERA 75 A ROJBÛNA LATÎFE FEGAN DE PIŞTGIRÎ JI ZAROKÊN KOBANÊ RE HAT DAYÎN

Jinên Kurd, Tirk û Swêdî yên li paytext Stockholmê dijîn, bi wesîleya 75. salvegera rojbûna yek ji pêşengên tevgera çep a Tirk Latîfe Fegan çalakiyek lidar xistin û pişgirî dan zarokên Kobanê.

Fegan xwest di rojbûna wê de xelat jê re neyê kirîn, li şûna wê alîkarî ji zarokên Kobanê re bê şandin û nûmaraya hesabê Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê da.

...