Dayîkên Şemiyê aqûbeta rewşenbîran pirsî
Dayikên Şemiyê di hefteya 569'an de çalakiya rûniştinê ya "Faîl diyar in, winda li kune?" berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê li Sûrê mezin bû û li Stenbolê hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 569'an de çalakiya rûniştinê ya "Faîl diyar in, winda li kune?" berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê li Sûrê mezin bû û li Stenbolê hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 569'an de çalakiya rûniştinê ya "Faîl diyar in, winda li kune?" berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê li Sûrê mezin bû û li Stenbolê hat windakirin pirsîn. Dayikan diyar kirin ku ger ew li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng bin, wê wêneyên windayan zêdetir bibin û xwestin her kes dengê xwe bilintir bikin.
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya bi silogana "Kiryar diyar in, winda li kune" di hefteya 569'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikan di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin. Di çalakiyê de dayik û xizmên windayan, Wekîlê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, Wekîla HDP'ê Filiz Kerestecioglu, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dündar û Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ku duh hatin berdan amade bûn. Dayikan di çalakiyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê li Sûrê ji dayik bû û di 28'ê Sibata 1994'an de li Stenbolê hat windakirin pirsîn.
TANRILUKU: DI DÎROKÊ DE YEKEM CAR EŞKERE MIROV HATIN QETILKIRIN
Di çalakiyê de Wekîlê CHP'ê û Sezgin Tanrikulu, bal kişand ser navçeya Sûrê ya hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Di bajarê dîrokî yê 5 hezar salî de gelek windayên kujer nediyar pêk hat. Di dîrokê de ti carî li ber çavan mirov nehatin qetilkirin. Nêzî 200 mirov di bin dorpêç û talûkeyê dene. Heman tişt li Cizîrê jî pêk hatibû. Em niha dîroka herî bi xwîn li Tirkiyê dijîn."
'DIXWAZIN BI MIRINÊ CIVAKÊ TERBIYE BIKIN'
Xwişka Hayrettin Eren ê hat qetilkirin Îkbal Eren jî anî ziman ku wêneyên windayan her ku diçe zêde dibe û ger ku wisa bêdeng bin wê wêneyên windayan zêdetir bibin û wiha got: "Li ser mirinê dixwazin civakê terbiye û bi teşe bikin. Ger ku em bêdeng bin wê wêneyên windayan zêdetir bibin. Divê em dengê xwe bêtir bilind bikin."
'ÇI HEQÊ TE HEYE TI XANIYÊ MIN XERA BIKE'
Birayê Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir jî destnîşan kir ku li şûna dewlet ewlehiya jiyanê biparêze mirovan qetil dike û wiha got: "22 salin em dikin hawar. Lê dîsa mirov li malên xwe û li hewşa xwe tên qetilkirin. Raste rast dewlet vê komkujiyê pêk tîne. Çi heqê wan heye mal û xaniyê min bi ser serê min de hilweşîne."
'EV ÇÎROKA BERXWEDANÊ YE'
Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, jî xwest ji bo Sûrê hemû kes rol û milyona xwe bilîzin û bêdeng nemînin. Keresteçîoglu, da zanîn ku ev dîrok wê bibe çîroka berxwedanê û bê nivîsandin. Mamê Cuneyt Aydinlar Recep Aydınlar jî da zanîn ku ger siyaseta wisa ciwanan tune bike ev ne siyaset e û wiha got: "Êdî vê siyasetê îflas kiriye."
Li ser navê Dayikên Şemiyê Meryem Goktepe daxuyanî xwend û anî ziman ku mirovên li Cizîrê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin cenazeyên wan li morgan li ser hev hatine komkirin. Goktepe, da zanîn ku ev geşedanên li Kurdistanê hovîtî ye wiha got: "Em ji bo Cuneyt Aydinlar ê li taxa Alipaşa ya Sûrê ji dayik bû û li Stenbolê hat windakirin li vir kom bûne. Aydinlar, di Sibata 1994'an de li rawestgeha Încîrlî Omur ji aliyê polîsên TEM'ê ve hat binçavkirin. Piştre birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê. Em dixwazin Midûrê Polîsan ê Stenbolê Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu, Wezirê Karên Hundir Nahit Menteşe, Serokwezîr Tansu Çiller, Serokomar Suleyman Demirel yên berpirsiyar in bên darizandin.