Kongreya 6. a Yekîtiya Star destpê kir
6. Kongreya Yekîtiya Star a Rojavayê Kurdistanê, bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Êzidî, Ermenî û enternasyonalîst destpê kir.
6. Kongreya Yekîtiya Star a Rojavayê Kurdistanê, bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Êzidî, Ermenî û enternasyonalîst destpê kir.
Rêxistina sîwanî ya jinên li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star, kongreya xwe ya 6. pêk tîne.
Kongreya 6’an a Yekîtiya Star bi beşdarbûna 251 delegeyên ji sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrînê), Şam û Lubnanê, her wiha hejmarek mêvanên ku nûnertiya rêxistin, partiyên siyasî yên hemû pêkhateyan dikin bi dirûşmeya "Bi jina azad ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li salona Aram Dîkran a Çand û Hunerê ya Girkê Legê destpê kir. Ji ber şer li herêma Efrîn û derdora wê nûner û mêvanên ji kantona Efrînê nikarîbûn beşdarî kongreyê bibin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif jî di nava de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk ên kantonên Cizîr û Kobanê, Rêxistina Jinan a Partiywa Yekîtiya Suryaniyan, Desteya Jinên Sûriya ya Azad, Jinên Sê kantonên Rojava, Insyatîfa Jinên Sûriyê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û jinên êzîdî wekî mêvan beşdarî kongreyê bûn.
Her wiha jinên Navneteweyî ji Ewropa, her wiha jinên ji Başûrê Kurdistanê jî wekî mêvan beşdarî Kongreyê bûn.
Ji ber şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê jinên Bakur ku dihate payîn beşdarî kongreyê bibin nikarîbûn beşdar bibin.
Salona kongreyê bi alên Yekîtiya Star, alên kurdî, wêneyên têkoşerên jin, her wiha pankartên bi nivsên “Şoreşa Rojava Şoreşa Jinan e”, “Bi berxwedana Jinan ya li bakurê Kurdistanê dê Şoreş serbikeve” û “Azadiya Rêbertiyê azadiya jinan e” û “parastina misgoerkirî bingeha avakirina sîstemeke demokratîke” hatibûn dalqandin.
Piraniya beşdarên kongreyê cilên herêmî yên hemû pêkhateyên kantonên Rojava li xwe kirine. Jinan bi rengê xwe salona kongreyê xemilandine.
Kongre bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê dîwana rêveberina kongreyê hate hilbijartin. Kongre bi axaftinan didome.
Wê di kongreyê de payamên siyasî, nûnerên şande û mêvanên beşdarî kongreyê bibin, her wiha dê peyamên pîrozbahiyê dê bêne xwendin.
Komîteya Amadekar destnîşan kir ku kongreya wê 2 rojan dewam bike, di van du rojan de wê çalakî û xebatên Yekîtiya Star ên 2 salên derbasbûyî bêne nîqaşkirin, her wiha wê sîstema hundirîn a rêxistinî û rêbazên berfirehkirina wê ku li tevahiya Sûriyeyê xwe bi rêxstin bikin bên nîqaşkirin. Di kongreyê de her wiha wê desteyeke rêveber ji rêxistina Yekîtiya Star re bê hilbijartin.