JIN
Hemû Nûçe
-
Jin li Viyana û Duîsbûrgê û Parîs ji bo Ocalan daketin qadan
Jinê Kurd ên ku li paytext Viyana ya Awûstûrya, li bajarê Dûsîrbûrg ê Elmanya û li paytext Parîs a Fransayê derketin kolana daxwaza azadiya Ocalan kirin. -
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hat verêkirin
Gerîlaya YJA Starê Dîlara Sefer (Jiyan Şervan) ku 9’ê Tebaxê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li ser milên jinan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ve ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin. -
Jinên Êzidî: Heta azadiya Rêber Apo em ê qadên azadiyê neterikînin
Koordînasyona Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî da xuyakirin, ku ew ê bi çalakiyên xwe tevlî banga TJK-E ya ji bo çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin. -
'Jin xwedî li Rêberê xwe derdikevin'
Aktîvîsta KJA'yê Fatma Gul da xuyakirin, ku heta rêberê wan azad nebe, jinên Kurd jî azad nabin û ji bo kampanya wan a bi şiyar 'Xwedî li Rêber, ax û azadiya xwe derdikevim' banga tevlîbûnê kir. -
KJK: 15’ê Tebaxê vejîna jin û gelan e
KJK’ê salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, "15’ê Tebaxê pêngava azadiyê ya gelan, çewisandiyan e. 15’ê Tebaxê cejna vejînê ya jin û gelan e. Bi ruhê 15’ê Tebaxê her roj em destpêkên nû bi ruhekî berztir ê berxwedanê pêk bînin." -
TJK-E: Heta em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li qadan bin
Koordînasyona TJK-E salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê û rizgarkirina Minbicê pîroz kir û got, "Heta em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li qadan bin." -
KJA’yê starta kampanyaya xwe li Stenbolê da
KJA’yê starta kampanyaya bi navê ‘’Ez xwedî li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe, xwedî derdikevim’’ li Stenbolê da. -
YJA Starê gerîlayên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, gerîlayên ku 9’ê Tebaxê li Dersîmê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. -
‘Hûn nikarin îradeya Dayikên Şemiyê û Kurdan bişkînin!’
Dayikên Şemiyê di hefteya 594’emîn a lêgerîna edaletê de hatin cem hev, aqûbeta Abdûrrahîm Demîr pirsîn, wêneyên Hûrşît Kulter rakirin û destnîşankirin ku wê ti kes nikaribe îradeya Dayikên Şemiyê û gelê Kurd bişkîne. -
Daraza Fransayê jina ku 47 salan ji hevserê xwe tundî didît efû nekir
Li Fransayê efû ji Jacquelîne Sauvage re derneket. Sauvage 47 salan rastî êrîşa fizikî û zayendî ya hevserê xwe hatibû û mehên çûyî ji hêla Serokkomar Hollan de ve hatibû efûkirin. -
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Ozgen a 83 salî hat binçavkirin
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ya 83 salî Dilşah Ozgen li ber Edliyeya Amedê hat binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Karazê. -
Ji bo Ekîn Wan bîranîn
Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan ku par li Gimgima Mûşê piştî ku hatibû qetilkirin û bedena wê hatibû teşhîrkirin, li Wanê hate bîranîn. -
TJK-E: Em tevlî çalakiyên ku wê 13’ê Tebaxê destpê bikin bibin
TJK-E, ji bo çalakiyên ku 15’ê Tebaxê wê li Swîsre, Fransa, Elmanya, Hollanda, Belçîka û Swêdê bi armanca şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê bike banga tevlîbûnek girseyî kir. -
'Bila tecrîda li ser vîna bi mîlyonan mirovî bê rakirin'
Pêkhateyên KJA yên Wanê di çarçoveya kampanya "Xwedî li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe derdikevim" de bi rengekî girseyî daxuyanî dan çapemeniyê û ji hikûmetê xwestin, tecrîd derhal bê rakirin. -
Li Dusseldorf çalakiya edaletê
Li bajarê Dussledorf ê Elmanyayê ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a ku li 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibîn qetilkirin çalakiya edaletê hate lidarxistin. -
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hate xwestin
Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên hatin qetilkirin diyar bibe, li pêşiya Parlementoya Fransayê çalakiya edaletê hate lidarxistin. -
KJA ya Mêrdînê: Tecrîda li ser Rêberê me sedema felaketê ye
Kampanya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Mêrdînê jî hat destpêkirin. -
Komalên Jinên Ciwan ji bo azadiya Ocalan bang li jinan kir
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, bang li jinan kir ku ji bo azadiya Ocalan bi ruhê serhildanê dakevin qadan û got, "Em ê êdî kêliyek bêyî Rêber Apo qebûl nekin." -
Starta kampanya ku KJA ji bo Ocalan da destpêkirin li Êlihê hate dayîn
Kampanya “Ez li Rêbertî, Azadî, Axa xwe xwedî derdikevim” ku ji hêla KJA’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li Êlihê hate destpêkirin. -
KJA çû serdana malbata Ekîn Wan
Endamên KJA’yê yên Wanê, çûn serdana malabata gerîlaya HPG’ê Ekîn Wan a ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû qetilkirin û laşê wê hatibû teşhîrkirin. -
Jinên Wanî têkoşîn û hevkariyê xurt dikin
Pêkhateyên KJA’yê yên Wanê di çarçoveya kampanya, "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe derdikevim" de diyar kirin ku ew ê derkevin qadan. -
Jinan li Adigeyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Organîzasyona Jinên Kurd li Adigeyê-Bêrîtan daxuyaniyek da çapemeniyê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Kongreya Komeleya Jinên Ciwan pêk hat
Kongreya Komeleya Jinên Ciwan bi şîara, ‘’Bi pêşengtiya Jinên Ciwan serhildan, heta azadiyê tolhildan’’ pêk hat. -
Malpera JINHA’yê dîsa hat astengkirin
Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) cara 8. ji aliyê TÎB'ê ve hat astengkirin û sansurkirin. JINHA di nava hefteyekê de cara 3. tê sansur û astengkirin. -
Li Koln ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li bajarê Koln ê Elmanyayê jinên Kurd, li ser daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclana çalakiyek hate lidarxistin.