Ji bo Ekîn Wan bîranîn

Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan ku par li Gimgima Mûşê piştî ku hatibû qetilkirin û bedena wê hatibû teşhîrkirin, li Wanê hate bîranîn.

Ji bo gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan ku 10’ê Tebaxa 2015’an li Gimgima Mûşê hatibû înfazkirin, li Navenda Çanda Nûdayê bernameyek hate lidarxistin. Di bernameyê de Wekîla Hevseroka DBP ya bajêr Nazmiye Acar, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA’yê amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê di bernameya bîranînê de Nazmiye Acar axaftinek kir.

Acar diyar kir, kesên ku polîtîkayên qirêj ên ku bedena jinê têşîr dikin, ji têkoşîna jina Kurd ditirsin û ji bo vê jî êrîş dikin. Acar got, êrîşên bi vî rengî wê jinan têk neşikîne, berovajî vê, bêhtir jin wê hev bigirin.

Piştî bernameya bîranînê lîstîkeke kurt ku keda jinê ji xwe re kiribû mijar hate lîstin û dengbêjan çend stran gotin.

 

...