Li Koln ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li bajarê Koln ê Elmanyayê jinên Kurd, li ser daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclana çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê jinên Kurd, li ser daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclana çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakiya ku li Rûdolfplatz a Kolnê di pêşengtiya Meclîsa Jinên Viyana ve hate lidarxistin. Çalakî bi sirûda “Ji Rêberê Gelê Kurd re azadî, ji Kurdistan re statû” hate lidarxistin gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Di çalakiya de daxwaz hate kirin ku girtiyên siyasî yên li Elmanya û Tirkiyeyê bên berdan.
Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên TJK-E û YPG’ê hatin hilgirtin. Çalakî bi dirûşman bidawî bû.