'Bila tecrîda li ser vîna bi mîlyonan mirovî bê rakirin'
Pêkhateyên KJA yên Wanê di çarçoveya kampanya "Xwedî li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe derdikevim" de bi rengekî girseyî daxuyanî dan çapemeniyê û ji hikûmetê xwestin, tecrîd derhal bê rakirin.

Daxuyanî li Parka Feqiyê Teyran hat dayîn û Cîgira Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Nazmiye Acar, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarên navçeyê aktîvîstên KJA, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek ji şêniyên bajêr amade bûn.
Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Îpekyolû Rojbîn Bor li vir axivî û diyar kir, welat û gelên li vî welatî di demeke gelekî tarî de ne. Bor da xuyakirin, ku darbeya leşkerî û darbeya sivîl di zik hev de ne û bal kişand ser hewldanên afirandina kaosê.
'HIKÛMET NE CIDÎ YE'
Bor bal kişand ser fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, heta ku pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk neyê çareserkirin, hêza darbeyê wê her hebe û bikeve nava tevgerê.
Bor ragihand, Tirkiye bi saya rêbaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare ji xeteriya darbeyan rizgar bibe û ji bo vê jî xwest, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û pêvajoya avakirinê ya bi rêbazên siyaseta aştiyane û demokratîk bê destpêkirin.
Bor da zanîn, hikûmet bi rengekî ne cidî bersivê dide hişyariyên li ser fikarên li ser jiyana Ocalan û got, "Ev yek cihê tirs û fikaran e."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, weke pêkhateyên KJA'yê wê çalakiyên xwe bênavber dewam bikin û dengê xwe bilind bikin.
BANGA LI RAYA GIŞTÎ
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî li vir peyivî û got, "Birêz ocalan vîna bi mîlyonan mirovî ye. Ev nezîkatiya li Birêz Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. Hemû mafên wî yên hiqûqî û însanî ji dest hatine girtin. Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku di mijara Birêz Ocalan de hişyar û baldar be."