Di hefteya 594'an de li Qada Galatasarayê çalakiya Dayikên Şemiyê berdewam kir. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de dîsa bang li dewletê kir û xwestin kujer bên darizandin û aqûbeta zarokên wan bê eşkerekirin. Dayikan di çalakiya xwe de bal kişandin ser rewşa Hurşît Kulter jî û xwestin Kulter ê ku ev 79 roj in ti agahî jê nayên girtin, aqûbeta wî bê eşkerekirin.
Di çalakiya dayikan de Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan, Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û dayika Berkîn Elvan ê ku bi fîşeka gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû di çalakiyê de hazir bûn.
Destpêkê birayê Ridvak Karakoç ê berî 21 salî di bin çavan de hatibû nebedîkirin, Hasan Karakoç axivî. Karakoç di axaftina xwe de binçavkirina dayika 83 salî Dilşah Ozgen şermezar kir.
Piştî axaftina Karakoç, Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan axivî û diyar kir ku gel 79 roj in behsa Kulter dike, lê heta niha ti bersiv negirtine û xwest aqûbeta Kulter bê eşkerekirin.
Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu bertek nîşanî binçavkirina dayika aştiyê Dilşah Ozgen da û ev tişt got: "Ev pêkanîn pêkanîneke dijminane ye. Hevjînê Ozgen jî di demên borî de hatiye windakirin, şîngirêdana Ozgen jî wekî sûc hatiye dîtin."
Piştî axaftinan aqûbeta Abdurrahîm Demîr hate pirsîn, ku di 17'ê Tebaxa 1995'an de di bin çavan de li Mêrdînê hatibû nebedîkirin. Hate gotin ev 21 sal in ti agahî ji Demîr nayê girtin.