TJK-E: Heta em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li qadan bin
Koordînasyona TJK-E salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê û rizgarkirina Minbicê pîroz kir û got, "Heta em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li qadan bin."
Koordînasyona TJK-E salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê û rizgarkirina Minbicê pîroz kir û got, "Heta em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li qadan bin."
Koordînasyona TJK-E da zanîn, gelê Kurd bi berxwedana xwe ya îro li her qadê dimeşîne, jiyaneke nû, siberojeke nû afirandiye û destnîşan kir, ku ruhê 15'ê Tebaxê îro rê li ber rizgariya Minbicê vekiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serketina Minbicê ku navê îro yê azadî û cejna berxwedanê ya gelê Kurd 15'ê Tebaxê ye, li tevahiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be."
TJK-E bal kişand ser şîdet û terora li Rojhilata Navîn li hemberî gelan tê kirin û destnîşan kir, ku pêwîstiya xweparastin û xwerêveberiyê, ji bo jinan, hemû gelên bindest û baweriyan, roj bi roj bêhtir derdikeve holê.
TJK-E da zanîn, xweparastin û xwerêveberî amûra herî mezin a rêxistinbûyînê ye û got, "Nîşaneya herî mezin a rêxistinbûnê jî çalakî ye. Lewma, me kêfxweşiya azadiyê ya jinên li Minbicê azad bûn, di heman demê de di qîrîna raperîna li dijî koledariyê de dîtin. Cîhanê tev ji bûrkayên hatin şewitandin, rondikên kêfxweşiyê yên jinan û jinên li dijî zilma DAIŞ'ê serî rakirin, şahidî kir."
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 17 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û hat gotin, "Ev rewş, şêweyê pêkanîna asta herî bilind a zîhniyeta netewe-dewletê radixe pêş çavan. Gel û jinên kurd, sîstema Îmraliyê qebûl nekirin û wê qebûl nekin. Li ser vê bingehê, di çarçoveya kampanya me ya bi şiyara 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe çalakiyan lidar dixin' de, weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê heta ji Rêbertî agahiyekê werbigire em ê çalakiyên xwe xurt bikin û bidomînin. Em ê bi şiyara 'her roj roja çalakiyê ye' tevbigerin û di heman demê de roja Çarşemê jî weke roja sembol a vê pêvajoya çalakiyan destnîşan dikin. Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê em radigihînin, ku heta hevdîtin bi Rêbertî re bê çêkirin û agahî ji Rêbertî were girtin, em ê her roja Çarşemê weke roja çalakiyê bibînin û bi meclîs, komun û însiyatîfên xwe yên li hemû welatên Ewropayê çalakiyan lidar bixin. Tevî çalakiyên her roj, wê meclîs, komun û îsiyatîfên me her roja Çarşemê jî weke roja çalakiyên jinan bibînin û li gorî vê tevbigerin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi pêşengiya jinên Kurd her roja Çarşemê bi xurtî tevlî çalakiyan bibe.
Çalakiyên me yên ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê, bi rêk û pêk li Parîs û bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê her hefte dewam dikin. Ji bilî van her du herêmên navendî, wê li hemû herêm û eyaletan, meclîs, komun û însiyatîfên me yên jinan, heta agahî ji Rêbertî bê wergirtin, her hefte çalakiyan lidar bixin."