Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an daxuyaniye nivîskî da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "geşedana modernîteya kapîtalîst bi kûrî, bi mêtina civakê û di hemû qadên jiyanê de bi tunekirina dînamîka xweparastinê pêkan e" û bi berdewamî hate gotin, "Li Rojhilata Navîn hêzên navneteweyî û dewletê serdest ên li herêmê jî dema ku planên xwe yên bi mebesta ku Kurdan di statûya mêtingeriyê de bihêlin heman rêbazên hegemonîk dane şixulandin. Gelê me bi her hawî ji xweparastinê bê par hiştine û sepanînên qirkirina hovîtî dane şixulandin."
'15’Ê TEBAXÊ PÊNGAVA AZADIYÊ YA ÇEWISANDIYAN E'
Di daxuyaniyê de têkildarî watedariya 15’ê Tebaxê wiha hate gotin:
"Tevgera me ya Azadiyê ya di pêşengtiya Rêber Apo de, statûya mêtingerbûnê ya gelê Kurd, jiyaneke koleyî ya jinê ti caran qebûl nekiriye. Pêngava 15’ê Tebaxê weke pêngaveke azadiyê bersiveke têrkar e li hemberî hêzên navnetewî û polîtîkayên destpêka Komara Tirk ên yekparêz, hişmendiya wê ya faşîst, qirker, asîmîleker û li dijî koledariyê. Beriya çalakîya bi nav û deng a 15’ê Tebaxê, ji dewleta Tirk weye ku têkoşîna azadiya Kurdan bi temamî têk şikandiye, di nav bêdengiya mirinê de kerr kiriye. Bi çalakiya 15’ê Tebaxê têkoşîna bûneweriyê ya Kurdan dîsa bi alav û pêtî bûye û hemû Kurdistan, Rojhilata Navîn germ û ronî kiriye.
15’ê Tebaxê pêngava gelan û çewisandiyan e. Ji bo vê jî cejna azadiyê ya 15’ê Tebaxa bi nav û deng li jinan,gelê me û hemû mirovahiya pêşverû pîroz be. Pêngava leşkerî ya 15’ê Tebaxê di heman demê de destpêka tolhildana şoreşgerî ye li hemberî pêkanînên komkuj û êşkencekar a li zindana Amedê. Ev çalakî diyarî Mezlûm, Xeyrî, Kemal û hemû hevalên berxwedêr e ku li zindana Amedê ber xwe dane û şehîd ketine.
'JIYANA AZAD TEQEZ WÊ WERE AVAKIRIN'
Bi vê çalakiya gewre re mêtingeriya Tirk hejiya ye, gelê me ji nû ve şiyar bûye, bîrewer bûye û bûyina xwe ya heqîqî pêk aniye. Ev bûyina heqîqî jinên Kurd, Binevş Agal, Zekiye Alkan, Ronahî, Bêrîvan, Berîtan û Zîlanan bi berxwedanên xwe hê berztir û gewretir kirine. Îro jî heman giyanê azadiyê, hemû gelê me, jin, ciwan giyanê berz ê 15’ê Tebaxê di berxwedanên xwerêveberiyê de didin jiyîn. Gelê Kurd, jin têkoşîna azadiyê bi vîn û rikdariyeke mezin didomînin. Bi pêşengtiya jinên Kurd, ciwanan serkeftin wê ya gelê Kurd be. Rêbertiya me wê azad bibe, jiyana azad careke dî bi teqezî wê dîsa were avakirin.
Fermandar Egîd remza fermandariyê, di xeta leşkerî de ya serketinê, ya hevrêtiyê ye. Em fermandarê pêşeng ê vê pêngavê hevrê Egîd careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Hevrê Egîd kesayatiya mêrê azad di xwe de berbiçav kiriye, bi jiyana xwe, çalakiyên xwe, bi aliyên xwe yên rêxistinkar, navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê nivisiye û hevrêyekî wiha ye ku divê ji her hêlê ve mînak were girtin. Li Kurdistanê mînaka şênber e ku xeta leşkerî bi serketî pêk aniye.
MINBIC HATE PÎROZKIRIN
Di daxuyaniyê de serkeftina Minbicê jî hate pîroz kirin û hate gotin, "Bi vê wesîleyê tam jî nêzî salvegera 15’ê Tebaxê pêngava rizgariya Minbicê em pîroz dikin. Di şexsê Şehîd Ebû Leyla de hemû hevalên ku li Minbicê şehîd ketine bi hurmet bi bîr tînin. Şehîd Ebû Leyla jî bûye Egîd û di dilê gelê xwe de cihê xwe çêkiriye. Li hemberî DAIŞ’ê bi ruhekî mezin ê azadiyê şer kiriye. Pêngava leşkerî ya Ebû Leyla jî bi ruhê azadiyê, berxwedanê, fedaî bi ser ketiye. Hemû hevalên ku tevlî vê pengavê bûne em pîroz dikin. Em domdariya serketinê dixwazin."
'DI NAV REFÊN AZADIYÊ DE EM CIHÊ XWE BIBÎNIN'
Di dawiya daxuyaniyê jî Koordînasyona KJK’ê got, "Bi giyanê 15’ê Tebaxê her roj destpêkên nû bi ruhekî meztir ê berxwedanê pêk bînin.Em xwe tevlî nav refên azadiyê bikin. Ji bo ku mirov bikaribe di dîroka mirovahiyê de bi rûmet cihê xwe bigire, divê mirov li ber xwe bide, jiyana azad a aternatîf di xwe de û civakê de pêk bîne."