TJK-E: Em tevlî çalakiyên ku wê 13’ê Tebaxê destpê bikin bibin

TJK-E, ji bo çalakiyên ku 15’ê Tebaxê wê li Swîsre, Fransa, Elmanya, Hollanda, Belçîka û Swêdê bi armanca şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê bike banga tevlîbûnek girseyî kir.

Tevgera Jina Kurd a Ewropa (TJK-E), daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku li gel tecrîda 16 salan û ji ber herî dawî ji 15’ê Tîrmeha 2016’an ve bûyerên li Tirkiyeyê, kaosa ku dewleta Tirk ketiyê, ti agahî ji Îmraliyê nayê girtin.  TJK-E bal kişand ku heta niha pêvajoyek ku pêş dikeve û dewam dike heye, got, “Ti kes nikare vebêje ku bê ka li Îmraliyê çi diqewime. Ji ber fikaran, tevahî dezgehên rêxistinkirî li her çar parçeyê Kurdistanê û derveyî welat ketine pêvajoyek çalakiyan û bang kirine. Ji ber agahî ji Rêbertiyê nayê girtin, her roj fikar hê zêdetir dibin.

Çalakiyên ku paralelî van fikaran pêş dikevin hene, lê ev tevger heta niha negihiştiye wê encamê ku ji Îmraliyê agahî bê girtin. Hevdîtinên bi CPT’ê re, şandina nameyan, çalakiyên kolanan, hevdîtinên bi Rêxistina Efûyê re, çalakiyên bêîtîatiya sivîl hatine lidarxistin. Pir eşkere ye ku ji bo encamgirtinê pêşxistin û xurtkirina van çalakiyan lazim e. Ji 5’ê Nîsanê ve bi ti şêwazî hevdîtînên pêk nehatin, nêzî salekê ye jî dewleta Tirk nabêje bê çi li Îmraliyê qewimiye. Ev fikarên jina Kurd û gelê Kurd derxistiye lûtkeyê.”

TJK-E ragihand ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê jin çalakiyên xwe bidomînin, destnîşan kir ku di çarçoveya kampanya “Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di nav çalakiyan de ne” wê çalakiyan hê mezintir bikin, bi mayindakirinê jî encamê bi dest bixin.

TJK-E got “Heta encamgirtinê em di nav çalakiyan de ne, heta agahî girtinê em ê di nav çalakiyan de bin” û ji bo çalakiyên ku wê ji sibehê û şûn de li gelek welatên Ewropayê destpê bikin banga tevlîbûnek xurt li jinan kir.

TJK-E, di daxuyaniya xwe de ev ragihandin: “Di rojên wisa dîrokî de tevlîbûn û çalakiyên bênavber wê bi ser bixin. Tê zanîn ku li bendê mayin û bendewarî ne ew e haletê ruh e ku bi ser dixe. Lewre jî divê ji bo em nekevin xeletiyên dîrokî pêwîst e em çalakiyan bidomînin. Dîsa pêwîst e em karakterê vê pêvajoyê bidin ber çavên xwe ku hebûnê bi berxwedanê datîne holê, bi vê têgihiştin û berpirsiyariyê ve em çalakbûyinê wek tarzekî jiyanê bidomînin.”