Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê dan

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, nerazîbûn nîşanî biryara cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve ji bo Werîşe Mûradî hat dayîn dan û gotin, “Em wan şermezar dikin û vedixwînin mirovbûnê.”

WERÎŞE MURADÎ

Girtiya siyasî Werîşe Mûradî ku endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ye, di 10’ê Mijdarê de ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi îdiaya “xiyanetê” cezayê darvekirinê lê hat birîn. Dayikên Aştiyê li Amedê ji bo şermezarkirina biryarê hatin cem hev.

Li ser navê Dayikên Aştiyê yên li navçeya Rezan a Amedê li ber avahiyên saziyên xwe hatin cem hev. Mûrvet Demîr daxuyanî da. Murvet Demîr, anî ziman ku ew cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn, qebûl nakin û got, “Îro ji bo Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, em li vir hatin cem hev. Em bang li dewleta Îranê dikin. Em weke Dayikên Aştiyê li dijî vê biryarê ne. Em ji vir bang li dewletên navneteweyî jî dikin. Bila cezayê darvekirinê rakin. Jin jiyan e, divê jiyanê nekuje. Em wan şermezar dikin. Em wan vedixwînin mirovbûnê."

Demîr, her wiha nerazîbûn nîşanî qeyûm û desteserkirina şaredariyan jî da û wiha domand, “Em dev ji vîna xwe bernadin, bila ji welatê me derkevin. Em bi vîna xwe bi ser ketin. Em wan naxwazin. Em dixwazin ew ji welatê me derkevin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Jin jiyan e, jiyanê qetil nekin" û “Em îdamê naxwazin” bi dawî bû.