Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Ozgen a 83 salî hat binçavkirin

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ya 83 salî Dilşah Ozgen li ber Edliyeya Amedê hat binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Karazê.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Dilşah Ozgen a 83 salî bi hinceta hefteyek berê konteyner şandiye Şehîdgeha "Şehid Amed û Şehid Hêvîdar” a Lîcê, der barê wê de biryara girtine hatiye dayîn û  li Edliyeya Amedê hat binçavkirin. Ozgen, ku ji bo îfadeyê bide çû Edliyê li ber edliyê hat binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Karaze.

Ozgen, ku kurê wê gerîlayê PKK'ê Ferdî Ozgen (Amed) li şehîdgeha "Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hatiye definkirin, ji bo nimeja cenazeyan konteyner diyarî goristanê kiribû û der barê wê de lêpirsîn hatibû vekirin.

Hat zanin ku Ozgen bi nexweşiya şekir û gelek nexweşiyen din in.