Jinan li Adigeyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Organîzasyona Jinên Kurd li Adigeyê-Bêrîtan daxuyaniyek da çapemeniyê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Organîzasyona Jinên Kurd li Adigeyê-Bêrîtan daxuyaniyek da çapemeniyê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Lii Komara Xweser Adigeh a ser bi Federasyona Rûsyayê, Organîzasyona Jinên Kurd-Bêrîtan li dijî tecrîda şidandî daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Alîkara Seroka Organîzasyonê Sînem Broyeva ve li Navenda Çanda Kurd a Adigeyê hat dayîn.
Broyeva da xuyakirin, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî Kurdan tê kirin û destnîşan kir, ku ne AKP, ne jî CHP û MHP ên mîna wê difkirin dikarin bi tecrîdê gelê Kurd teslîm bigirin.
Broyeva bal kişand ser hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û diyar kir, ew ji ber tenduristî û ewlekariya Rêberê xwe bi fikar in.
Broyeva xwest, derhal destûr bê dayîn ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê û got, "Eger hikûmeta AKP'ê û Erdogan di polîtîkaya xwe ya şer de israr bike, wê tevahiya Tirkiye winda bike. Em careke din zîhniyeta Tirk a faşîst şermezar û lenet dikin, ku Rêberê me xistiye nava tecrîdê."